Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Artêşa Tirk a dagirker pêvajoya derbasbûyî li girekî nêzî qereqola Serêkaniyê yê girêdayî navçeya Bazîd a Agirîyê bi cih bibûn û qereqolek nû avakirin. Hêzên me yên li qadê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ku dabûn destpêkirin 14’ê Nîsanê saet 13:00’an li dijî leşkerên li ser gir çalakiyeke berfireh lidar xistin.
Çeperên dijmin û kalekolên li ser gir ji sê baskan ve ji aliyê hêzên me ve ji nêz ve bi awayekî pir xurt hatiye lêxistin.
Hêzên me bi awayekî fedayî li ser çeperên dijmin de çûne û bi awayekî pir xurt li hemû çeperan dane. Hêzên me hemû çeperên li ser gir rûxandine û tine kirine. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin fermandarê leşkeran jî di nav de 20 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. Ji ber derbên xurt ên hêzên me gelek leşkerên li ser gir çekên xwe hiştine û reviyane. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi balafirên Kobra û Skorsky hatine qadê kuştî û birîndarên xwe ji gir rakirine.
18’ê Nîsanê saet 15:55’an Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa TC ya li devera Girê Reş ê devera Kizil Kilîse (Dêra Sor) a girêdayî navçeya Qaxizman a Qersê yên derketibûn operasyonê çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşekr hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
2. Hêzên me 16’ê Nîsanê di çarçovaye Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li dijî leşkerên artêşa Tirk a li girê Guzê Kurkê yê Şirnexê çalakiyek bi bandor lidar xistin. Leşker û kontrayên li vî girî ku demeke dirêj hatin kontrolkirin, 16’ê Nîsanê saet 08:00’an derketibûn bejayê. Hêzên me vê yekîneya ku derketibûn bejahiyê dorpêç kirin û bi bandor lê xistin. Di vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Hêzên me çûne ser cenazeyên leşkeran li ser cenazeyan çekeke G3 û hewaneke 69mm jî rakirine.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên Atak û helîkopterên Skosky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Dîsa heman rojê artêşa Tirk saet 10:00’an dest bi operasyonekê kirin. Di tevahiya operasyonê de arêtşa Tirk bi helîkopterên Atak, obus, hewanan qad bombe kirin. Ev operasyona ku kontra û cerdevan jî tevlî bibûn, 17’ê Nîsanê bê ku encamekê bigirin, ji qadê vekişiyan.
3. 11’ê Nîsanê artêşa Tirk bi desteka yekîneyên veşartî li devera Nanîvan a girêdayî navçeya Xîzan Bedlîsê dest bi operasyonekê kiribûn. Di operasyonê de yekîneyeke me yekîneyeke operasyonê ferq kirin û li vir şer qewimî. Di şerê li vir qewimî de hêzên me derbên xurt li dijmin dan. Di şerê li vir de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Piştî lêxistina hêzên dijmin re artêşa Tirk li herêmê dest bi operasyonekê kirin. Di operasyonê de artêşa Tirk bi helîkoperên Kobra qad bombe kirin. Ev operasyona ku kontra û cerdevanan pêşengtî kirin, 17’ê Nîsanê bê ku encamekê bigirin, vekişiyane.
4. 16’ê Nîsanê saet 15:00’an artêşa Tirk li Geliyê Harçîk ê Dersimê dest bi operasyonekê kiribûn. 17’ê Nîsanê artêşa Tirk bi gelek helîkopeterên Skorsky leşker li hermê danîne. Hêzên dagirker ên li deverên Uzuntarla, Keşîş û Alamûtê lêgerîn dane destpêkirin, li herêmê şînatiyên ku welatiyên herêmê ji bo lawirên xwe berhevkiribûn jî şewitandin. Ev operasyon heman rojê saet 17:30’an bê ku encamekê bigire vekişiyane.
19’ê Nîsanê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê