Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. 19’ê Nîsanê saeta 06.30’î hêzên me li herêma Barzanê ya Bşaûrê Kurdistanê li nêzî Tepê Xwedê, girê Koordîne li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyeke li dar xistine. Di vê çalakiyê de derbên serkeftî li mewziyên dijmin û stareyên wan ketine û berbiçav 7 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Heman rojê saet 06.40’î hêzên me yên YJA Starê li herêma Barzanê, li girê Bayrakê li dijî hêzên dijmin çalakiyek kirine, ku derbên serkeftî li dijmin ketine û 4 leşkerên dijmin hatine kuştin.
2. Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger ya Serfiraziyê ya li Eyaleta Serhedê 17’ê Nîsanê saet 14.00’an li Bazida Agirî li dijî nîzamiyeya qereqola Serêkaniyê çalakieyek hatiye kirin, di vê çalakiyê de hijmara kuştî û birîndarên leşkerên dijmin baş zelal nebû.’’
3. Li Dersimê bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Ozan û Şehîd Roza hêzên me 19’ê Nîsanê dest li ser 4 qemyona daniye ku malzemeyên înşeatê ji qereqolê re dibirin, ya li Şehîd Dijwar û qemyon hatine şewitandin. Piştî çalakiyê hêzên me ajokar hişyar kirine da ku careke dî heman karî nekin.
4. 7’ê Nîsanê di daxuyaniya xwe de me gtibû artêşa TC’ê ya dagirker 31’ê Adarê li Dersimê li herêma Rojdereyê operasyon daye destpêkirin û li dijî vê operasyona dagirker çalakî hatine kirin û di şerê dijî artêşa dagirker de 3 hevalên me şehîd bûne.
Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên ku bi lehengî şer kirin û şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Delîla Çewlîk Nav û Paşnav: Zeynep Mîran Cihê Jidayikbûnê: Çewlîk Navê Dayik - Bav: Gulten - Orhan Cih û Dema Şehadetê: Dersim / 31’ê Adara 2018’an
|
Delila – Zeynep Miran
Nasnav: Hamza Karaz Nav û Paşnav: Hasan Baylan Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik - Bav: Kezban - Abdurrahman Cih û Dema Şehadetê: Dersim / 31’ê Adara 2018’an
|
Hamza – Hasan Baylan
Nasnav: Rozerîn Hebûn Nav û Paşnav: Rozerin Ozer Cihê Jidayikbûnê: Mûş Navê Dayik - Bav: Xezal - Orhan Cih û Dema Şehadetê: Dersim / 31’ê Adara 2018’an |
Rozerin – Rozerin Özer
20’ê Nîsanê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê