HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya gîştî re!

Di Roja 29’ê Tebaxê de 3 hevalên me yên di saetên sibê de dema li derdora girê Dogan a girêdayî herêma Besta yê li erkekê bûn dest danîne ser wesayîteke zad û qût dibir qereqolê.  Tîma gerîlayen me ya wesayît desteser kir û bi komeke cerdevan rastî hev hatin .  Gerîlayên me hişyariya em li gel we şer nakin û divê hûn jî li gel me şer nekin li cerdevanan kirin. Lê tevî vê hişyariyê jî di navbera cerdevan û gerîlayên me de pevçûn rû da. Di dema ku pevçûn berdewam dikir de artêşa Tirk mudaxale kir.

Di dema ku ev pevçûn berdewam dikir Tabûra Besta jî bi çekên giran hat hedefgirtin. Artêşa Tirk jî bi çekên giran bersiv daye û pevçûn berdewam kir. Herêm ji aliyê Kobra, obus û hawanan ve bi awayekî dijwar zêde hat bomberdûmankirin. Di van pevçûnan de 2 gerîlayên me şehîd ketin.

Daxuyaniyeke berfireh a der barê polîtîkayên Kurd bi Kurd dane kuştin de hatibû kirin. Di vê daxuyaniyê de bi girîngî hatiye destnîşankirin ku divê hemû derdorên cerdevan baş bizanin ku biryara partiya me heye ku wê gerîlayên me qet çalakiyê li hemberî derdorên cerdevan pêk neyne. Cerdevanên ku tevî hişyariya pevçûn çênebe ya gerîlayên me bi guleberdanê bersiv dane jî ev in: Sercerdevan Salih Babat, cerdevanên din jî, Mûhsîn Babat, Tûran Babat, Ahmet Babat, Serbest Bîlen û Mehmet Bîlen e.

Nasnameya gerîlayên me en ku şehît ketîne wiha ye:

amara fatma_small

 

 

 

Nasnav: Amara Jiyan
Nav û Paşnav: Fatma Gazyak
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Besna - Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Tebaxê 2015 / Şirnex

 

 

 

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Kerîm Şirnak
Nav û Paşnav: Kadîr Ûcû
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Nafiye - Berces
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Tebaxê 2015 / Şirnex

 

 

30 Tebax 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG