Jî çapemenî û raya gîştî re!
Di roja 30’ê Tebaxê de saet di navbera 08:30 – 12:00’an de gerîlayen me bi çekên giran û ferdî çalakiyek li hemberî leşkerên artêşa Tirk ên li derdora herêma Şehîd Kendal a li ser xeta sînor a herêma Heftanînê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bi cih bûne li dar xistin. Di çalakiya li vir li hemberî tevgera artêşa Tirk hate lidarxistin de tankek hat derbkirin, leşkerek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Dîsa saet di navbera 15:00 – 17:30’an de bi çekên giran leşkerên ku li derdora herêma Şehîd Kendal bi cih bûne hat hedef girtin. Çeper û wesayîteke dozer a li vir hat derbkirin, hejmara mirî û birîndaran jî nehate zelalkirin.
Di roja 30’ê Tebaxê de di saet 16:00’an de gerîlayen me bi çekên giran çalakî li hemberî leşkerên ku xwestine kûleyeke nû li qereqola Grana ya li ser xeta sînor a herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê çêbikin li dar xistin. Hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin; artêşa Tirk xwestiye ku mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên sivîl ra dî ke. Gerîlayên me yên ku ev rewş ferq kirin, ev wesayît bi awayekî bi bandor hat hedef girtine û neçar mane ku paşde vekişin. Artêşa Tirk roja 31’ê Tebaxê di saet 06:00’an de bi ambûlansan mirî û birîndarên xwe rakir.
Di roja 30’ê Tebaxê de di saet 21:30’an de gerîlayen me çalakiyek sabotajê li hemberî 2 îstasyonên bazê yên Turkcell û Vodafone yên li herêma Geliyê Xumarok a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dar xistin û di vê çalakiya sabotajê de îstasyonên bazê bi temamî hatin îmhakirin.
Rêya di navbera Colemêrg – Çelê de, rêya di navbera herêma Geliyê Doskî ya Geverê – qereqola Oremarê de, rêya di navbera herêma Mêrgezere – qereqolên Şitaza û Oremarê de, rêya di navbera gundê Derya yê girêdayî Şemzînanê – qereqola Bêzelê de di bin kontrola gerîlayen me de ye.
Di roja 30’ê Tebaxê de di saet 23:30’an de gerîlayen me çalakiyek sabotajê li hemberî pira li sêgoşeya Bajêrgeh, Çilik, Zerîle yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li dar xistin û di vê çalakiya sabotajê de pir bi temamî hate rûxandin.
Di roja 30’ê Tebaxê de saet di navbera 09:00 – 09:30’an de gerîlayen me bi çekên giran çalakiyek li hemberî qereqola Êrîş a li ser xeta sînor a herêma Zapê li dar xistin. Di vê çalakiyê de çeper û wesayîtên zirxî yên di qereqolê de hatin hedefgirtin. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin îmhakirin, 5 wesayîtên zirxî jî hatin derbkirin û hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehate zelalkirin.
Di roja 31’ê Tebaxê de di saet 06:00’an gerîlayen me bi çekên giran çalakiyek li hemberî qereqola polîsan a bi nave 52 ya li navenda Silopiya ya Şirnexê li dar xistin. Li hundirê qereqola bi bandor hate hedefgirtin Hejmara mirî û birîndarên ji nehate zelalkirin.
LI HEMBERÎ ÎSTASYONA BAZÊ ÇALAKÎ
Di roja 29’ê Tebaxê de di saet 19:00’an de gerîlayen me çalakiyek sabotajê li hemberî 2 îstasyonên bazê yên Turkcell û Avea yên li taxên Kale û Yenî yên li navenda navçeya Elbax a Wanê li dar xistin. Heman rojê gerîlayen me çalakiyek sabotajê li hemberî îstasyona bazê ya Turkcell û Avea yên li nêzîkî gundê Çile yê girêdayî navçeya Mehmûdiyê ya Wanê li dar xistin û di her du çalakiyan de îstasyonên bazê bi temamî hatin îmhakirin.
Di roja 30’ê Tebaxê de di saet 05:45’an de gerîlayen me çalakiyek sûîqestê li hemberî girê Meşkan ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li dar xistin. Her wiha 5 çeper jî bi çekên BKC û B-7 hatin hedefgirtin. Di encama vê de leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Balafirên keşfê û helîkopterên Kobra derdora gir gulebaran kirin, di heman demê de bi çekên A-4, obus û hewanan jî derdora gir hate bombebaran kirin. Encamên vê çalakiyê jî wê piştre bên parvekirin.
Di roja 27’ê Tebaxê ji aliyê tîmeke gerîlayên me ve li Taxa Tûrgût Ozal a li navenda navçeya Hezex a Şirnexê çalakiyek li hemberî wesayîteke zirxî ya Kobra hate li dar xistin. Hejmara mirî û birîndarên di vê wesayîta ku hat derbkirin de nehate zelalkirin. Tîma me ya çalakî kir piştre vegeriyan cihê xwe.
DI ÇALAKIYA GABARÊ DE 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di roja 30’ê Tebaxê de di saet 14:00’an de ji aliyê tîma Sûîqestê ya Şehîd Harûn ve çalakiyek sûîqestê li hemberî Girê Şerefî yê girêdayî herêma Gabar a girêdayî Şirnexê li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk herêm û derdora wê bi obus û hewanan bombebaran kir.
Di roja 30’ê Tebaxê de di saet 13:30’an de gerîlayen me çalakiyek li hemberî Girê Şêx ê girêdayî Gabarê li dar xistin. Di vê çalakiya ku li ser bingeha bersivdanê ji bo bîranîna du hevalên me yen li Besta şehîd bûne hat lidarxistin, bi çekên giran û ferdî leşkerên li gir dimînin ji mesafeyekî nêz hatin hedefkirin. 2 kûleyên li gir hatin hedefgirtin û bi temamî hatin îmhakirin. Li vir bi awayekî zelal 3 leşker hatin kuştin. Tevî ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir e jî nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi helîkopteran rakiriye û herêm bi topên obusê û bi helîkopterên Kobra bombebaran kire.
LI NISÊBÎNÊ XEBATÊN KONTRA
Di van 15 rojên dawiyê de li navenda navçeya Nisêbîn a Mêrdînê agahiyeke zelal hatiye ku komeke çete ya xwe bi navê tevgera ciwanan a ji însiyatîfa gel dide naskirin heye. Ev koma çete û kontra nave sazî û rêxistinên welatparêz bi kar tîne û bi navê gerîlayan jî ketine nava hewldanan. Divê gelê me yê herêmê li hemberî vê yekîneya kontra hişyar û baldar be.
Di roja 30’ê Tebaxê de di saet 21:00’an de li ser rêya Berwarî ya Sêrtê û Bêzarê de kargehek çîmentoyê ya kesek AKP’yî ji aliyê tîma gerîlayen me ve hate hedefgirtin û hate şewitandin.
Di roja 26’ê Tebaxê de di saet 15:00’an de ji aliyê Tîma gerîlayen me ve çalakiyek li hemberî qereqola Polîsan a Navçeya Çermûg a navçeya Amedê hate lidarxistin. Di çalakiya ku bi çekên ferdî û bombeyên dest hat kirin 2 polîs bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê bi piştgiriya cerdevanan re li gundên Kilindere û Kavarê operasyon hate destpêkirin.
LI AMEDÊ 2 POLÎS HATINE KUŞTIN
Di roja 27’ê Tebaxê de ji aliyê tîma gerîlayen me ve li navçeya Rezan a Amedê çalakiyek li hemberî wesayîta zirxî hat lidarxistin û wesayît hate derbkirin. Dîsa roja 30’ê Tebaxê de di saet 13:30’an de li navçeya Peyas a Amedê çalakiyek li hemberî 2 polîsan hat lidarxistin û her 2 polîs jî hatin kuştin.
Di roja 26’ê Tebaxê de di saet 23:00’an de li navçeya Rezan a Amedê ji aliyê tîmek ya gerîlayen me ve çalakiya sabotajê li hemberî wesayîtek zirxî hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 4 tîmên taybet birîndar bûn.
Di roja 31’ê Tebaxê de saet di navbera 07:00 – 09:00’an de artêşa Tirk li sêgoşeya Licê, Hênê û Karazê bi helîkopterên Skorsky sewqiyata leşkerî kir. Her wiha operasyona ku artêşa Tirk daye destpêkirin hîn didome.
Ev 4 roj in qereqola gundê Malabadê ya girêdayî navçeya Farqîn a Amedê, derdora qereqolê bi awayekî rasterast gulebaran dike. Ev demeke dirêje ku rêya di navbera Pasûr û Farqînê de di bin kontrola gerîlayen me de ye. Roja 30’ê Tebaxê de saet di navbera 13:00 – 19:00’an de bi qasî 300 wesayîtên ku kom bûne kontrola nasnameyan hate kirin, piştî kontrola nasnameyan ji gelê kom bibû der barê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
Di roja 29’ê Tebaxê de di saet 22:00’an de ji aliyê , gerîlayen me ve li hemberî treneke leşkerî ya ji Tetwan a Bedlîsê diçe Mûşê li ser pireke li navçeya Ezabkur a girêdayî Mûşê de çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pir hate îmhakirin û li gel vê 5 vagonên trenê jî îmha bûneü, vagonên din jî derb xwarine. Tevî ku nûçeyên 5 leşker birîndar bûneü têne çêkirin jî, lê hejmara mirî û birîndarên di vê çalakiyê de hîn zêdetirin. Her wiha rêya trenê hatiye girtin.
LI QERSÊ GERÎLAYÊNME YEN YJA STAR’Ê ÇALAKÎ LI DAR XISTIN: 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di roja 30’ê Tebaxê de di saet 21:30’an de ji aliyê gerîlayên me yên HPG’ê û YJA Starê ve li navenda Qersê ji du baskan ve çalakiyek li hemberî avahiya Midûriyeta Polîsan û Qereqola Jendermeyan hat lidarxistin. Baskê 1. Kûlubeya ku çeka A-4 têde û kûlubeya nobetê ya li qereqola jendermeyan, baskê din leşkerên ku li pêşiya qereqolê nobet digirtin hate hedef girtn. Çepera A-4 û kûlubeya nobetê hat îmhakirin. 6 leşkerên ku li pêşiya qereqolê nobet digirtin jî bi çekên B-7, BKC û ferdî hatin hedefgirtin. Di encama vê de 2 leşker û 5 leşker ku li pêşiya avahiyê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
GERÎLAYEN ME JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN QAMÛŞAN ÇALAKÎ
Di çalakiya ku bi roketavêja B-7 a li avahiya Jendermeyan hat xistin de, wesayîtek zirxî ya li pêşiya avahiyê jî hate derbkirin. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehate zelalkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Qamûşan şehîd ketine ji aliyê Tîma Şehîd Çavreş û Tîma Şehîd Hejar Sarikamiş ve hate lidarxistin. Di çalakiya ku hejmara mirî û birîndaran hîn zêdetir 7 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Hêzên me yên ku çalakî li dar xistin piştî çalakiyê bêyî windahî vegeriyan herêmên xwe.
Di roja 30’ê Tebaxê de di saet 22:55’an de ji aliyê tîmeke ya gerîlayen me ve li gundê Zorava yê girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de îstasyonek bazê ya Vodafone hat îmhakirin.
Di roja 30’ê Tebaxêde ji aliyê gerîlayen me ve çalakiyek li hemberî qereqola Harra ya girêdayî navçeya Erdîş a Wanê hat lidarxistin. 2 kûlubeyên nobetê bi çekên B-7, BKC û ferdî bi awayek bi bandor hate hedefgirtin. Di encama bersivdana ji kûlubeyek din a nobetê de hêzên me bi awayek bêyî windahî bide ji herêma çalakiyê dûr ketin. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin.
RÊYÊN DÊRSIMÊ DI BIN KONTROLA GERÎLAYEN ME DE NE
Ji roja 17’ê Tebaxê û heya niha rêyên di navbera Dêrsim – Pulûr û Dêrsim – Erzincanê di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Di roja 30’ê Tebaxê de di saet 00:30’an de artêşa Tirk qûntarên Mûservan û Zelê yên di navbera Dêrsim û Nazimiyeyê de bi helîkopterên Kobra xistiye. Piştî lêdanan helîkopterên Kobra ji herêmê vekişiyan.
Ev çend rojin ku hêzên artêşa Tirk bi armanca çavdêriyê derdikevin herêma Geliyê Mûnzûrê. Bi taybet jî li herêmên Peter, Gafat û Veng’ê xwe vedişêrin û xebatên çavdêriyê dimeşînin.
Di roja 29’ê Tebaxê de di saet 17:30’an de gerîlayen me rêyên di navbera Goztepe û Danaboran ên girêdayî navçeya Mazgêrd ê Dêrsimê de xistine bin kontrola xwe. Di dema kontrolkirinê de wesayîtek Serokatiya AKP’ê ya navçeya Mazgêrdê hat şewitandin.”
TEVGERA HEWAYÎ DIDOME
Di roja 31’ê Tebaxê de saet di navbera 00:00 – 01:30’an de pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Garê, roja 30’ê Tebaxê de saet di navbera 07:30 – 10:00 û saet 19:30 û roja 31’ê Tebaxê saet 05:30’an de li ser herêam Zapê keşif pêk anîn. Her wiha roja 31’ê Tebaxê de saet di navbera 06:00 – 07:00’an de li ser herêma Zapê de tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk qewimi.
BOMBERDÛMANÊN LI HEMBERÎ HERÊMÊN GERÎLAYEN ME
Di roja 30’ê Tebaxê de saet di navbera 05:30 – 09:30 û 15:30 – 16:30’an de qereqola Êrîş a li ser xeta sînor a herêma Zapê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê; herêmên girê Xeregol, Canmeda, Gundê Zêrê, Mergeşînê, Şelalê û Dola Şîfreza û derdorên wan, saet di navbera 13:00 – 13:00’an de qereqolên Serê Sêvê û Tepê Ortê; herêmên Teoê Sor û Tepê Çarçerê bi obus û hewanan bombebaran kir. Dîsa roja 31’ê Tebaxê de saet di navbera 05:30 – 06:30’an de Alaya Bilîcan; herêmên derdora xwe, saet di navbera 06:00 – 06:30’an de jî qereqola Şkêr; herêma Latê Kewa bi tankan bombebaran kir.
Di roja 30’ê Tebaxê de saet di navbera 18:00 – 19:00’an de qereqolên Şivan û Tepê Çete yên li ser xeta sînor a herêma Heftanînê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê; herêmên Girê Partîzan û Qesrokê bi obus û hawanan bombebaran kir.
31 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG