HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 1’ê Çile saet di navbera 14:00 - 14:40’an de li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker hatiye dîtin. Vê tevgerê li herêmên Parastinê yên Medya bi awayekî zêde dewam kiriye. Li gor vê heman rojê;

- Seat di navbera 19:30 - 20:15’an de li ser herêma Qendîl, saet di navbera 14:00 - 16:00’an de li ser herêma Zapê tevgera balafirên şer hatiye dîtin.

2. Di 1’ê Çile saet di navbera 09:00 û 16:00’an de li ser herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medya, 2’yê Çile (îro) saet di navbera 02:00 û 04:00’an de li ser herêma Metîna balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker bi awayekî zêde bi armanca keşfê firiyane. Dîsa 3 rojên dawî ne, li xeta sînor a Heftanîn bi awayekî zêde bi armanca keşfê balafir firiyane.

3. Di 1’ê Çileyê saet di navbera 16:00 û 17:00’an de Qereqola Bîlîcan a li xeta sînor a herêma Zapê û 2’yê Çileyê (îro) saet di navbera 03.00 û 03.30’î de Qereqola Êrîş qadên li derdora xwe bi çekên giran rasterast gulebaran kirine.

2 Çile 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG