ji çapemenî û raya giştî re!
Pêngava Azadkirina Şengalê didome, li ser vê çendê:
1. Di 1’ê Çileyê danê êvarî li hember çateyên DAIŞ’ê yên li navenda Şengalê bicih bûne, hêzên me yên gerîla saet 18.00 û 20.00’an çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di encama van çalakiyan de 2 çete hatine kuştin.
2. Di 1’ê Çileyê bi şev li Serê Sûkê saet 21.00’ê û îro danê sibehê saet 04.00 û 04.30’î de li hember wesayîtên çeteyan ên di nav tevgerê de bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 wesayîtên çeteyan hatine derbkirin.
3. Di 1’ê Çileyê bi şev li hember êrîşa çeteyan a bi çekên giran, hêzên me yên berxwedanê jî bi çekên giran bersiv dane û çalakiya dijber li dar xistine. Vê sibehê saet 10.00’an di çalakiya bi çekên giran nuqteya çeteyan a li navenda Şengalê bi bandor hatiye hedefgirtin, di vê çalakiyê de çend çete hatine kuştin û birîndarkirin nehatiye zelalkirin.
2 Çile 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG