HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 22'ê Adarê saet di navbera 05:30 û 08:00 de, balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagiker, li ser herêma me ya Zapê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re firiyane. Ev tevgera balafirên keşfê şeva 22'ê Adarê dewam kiriye û heta saet 04:00 ê sibeha 24'ê Adarê dewam kiriye.

2. Di 22'ê Adarê saet di navbera 09:00 û 11:00 de, balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagiker, di ser herêma me ya Garê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re firiyane.

3. Ji 22'ê Adarê saet 09:00 heta 23'ê Adarê saet 06:00 balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker, di ser herêma me ya Qendîlê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re firiyane.

4. Di 23'ê Adarê saet di navbera 11:30 û 12:00 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di ser herêma me ya Xakurkê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û xeta sînor de firiyane. Di heman rojê saet di navbera 08:30 û 10:30 û bi şev saet di navbera 23:00 û 00:30 de balafirên keşfê li van herêman geriyane.

5. Di 23'ê Adarê saet di navbera 12:00 û 14:00 de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker, di ser herêma me ya Heftanînê, heman rojê saet di navbera 19:30 û 23:30 de di ser herêma me ya Zagrosê û roja 24'ê Adarê saet di navbera 01:00 û 03:30 de di ser herêma me ya Metîna yên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re firiyane.

24 Adar 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê