HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 24'ê Adarê de saet di navbera 12:00 û 12:30 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li Metîna Zagros û Garê yên Herêmên me yên Parastina Medyayê firiyane.

2. Di 24'ê Adarê de saet di navbera 14:30 û 15:00 de cihen Dola Kulya û Tepê Hestiya yên Heftanînê yên Herêmên me yên Parastina Medyayê bi obus û hawanan hatine bombekirin, Her wiha li van herêman helîkopterên Skorsky û Kobra geriyane. Dîsa di heman rojê de saet di navbera 11:50 û 12:00 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di ser herêma me ya Heftanînê re firiyane.

25 Adar 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê