HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya hêzên YJA Star û KBDH'ê de, ku li eyaleta Serhedê dest pê kiriye, roja 20'ê Mijdarê saet 9'an li dijî Qereqola Korxanê ya navçeya Başan a Îdirê çalakiyek hate lidarxistin. Ji 2 baskan ve li qereqola dijmin û wesayitên zirxî yên hatin destwerdanê gule hate reşandin. Di encama çalakiyê de derb li 2 wesayitên zirxî hate xistin, 2 kontra hatin kuştin, kontrayek jî birîndar bû.

 2. 20'ê Mijdarê saet 18'an, wesayita kontrayê bi navê Mehmet Alî Ozturk ku ji Qereqola Durê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ber bi kampa Dê ku navenda kontra ye diçû, bû hedefa hêzên me. Piştî derbên ku li wesayitê hatin xistin, kontra ji wesayitê derket û ber bi nîzamiyeyê ve reviya. Hêzên me çûn cem wesayitê, 2 debance, çekek AK-47 (kalaşnîkov) 2 dûrbînên ku dûrahiyê dipîvin, 2 çente û gelek belge desteser kirin. Wesayit jî bi temamî îmha kirin.

3. 19'ê Mijdarê saet saet 11:15 û 16:15'an balafirên şer ên artêşa TC a dagirker 2 caran bombe li qada Xanturê ya herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar û ziyan negihîştin hêzên me yên gerîla.

4. 14'ê Îlonê, artêşa TC a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiribû. Ji ber bomberdûmanê hevalên me Alî, Gîvara û Şervan şehîd bûn.

Ev ewladên leheng ên gelê Kurdistanê ku ji bo cihekî mafdar û bi rûmet di dîroka mirovahiyê de bigirin têkoşiyan, bi şiyara 'Rêberê Azad û Kurdistana Azad' di meşa azadiyê de bi xurtî têkoşiyan. Bi ked, fedakarî û tevlîbûna bi durustî, li ser xeta Rêbertî her tim bi rengekî rast bimeşin û her ku têkoşîn fêhm kirin hîn bi xurtî xwe lê girtin. Bîranîna hevrêyên me Alî, Gîvara û Şervan wê di nava têkoşîna me de her hebe.

Di şexsê malbatên hêja yên van şehîdên me de em sersaxiyê ji temamiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala berxwedanê ya şehîdan bi ser bixînin."

Nasnameyên Şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Alî Gever

Nav paşnav: Mûrat Akdogan

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Caziye-Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Ali – Murat Akdoğan

Nasnav: Gîvara Baran

Nav paşnav: Berûn Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Silêmaniye

Dayik-Bav: Semîre-Mûhammed

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Givara – Berun Muhammed

Nasnav: Şervan Serdar

Nav paşnav: Azad Karan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Hatîce-Ethem

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Şervan – Azad Karan

22’ê Mijdarê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê