Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9’ê Gulanê de di saet 17.00’ande li Navenda Şirnexê li dijî konvoyok leşkerî ya derdiket operasyonê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 maşînên transît hatiye hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de maşînek transît qulipiye. Piştî çalakiyê li dijî lekşkerên ewlehiya rê digirt û dixwest mudaxeleyî bûyerê bike ji aliyê gerîla yê me çalakiyek duyemîn hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê leşkerekî dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin. Piştî her du çalakiyên ji aliyê gerîla yê me hatiye lidarxistin ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî herêmê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2. Di 6’ê Gulanê de li Dersim li dijî herêmên Çiyayêsor, Uzuntarla, Hotmerî û Derhecî ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Di encama operasyonê de ji aliyê Artêşa TC’ê li navserên Gamemiş û li cîhên cûda termal û lazer hatine bicîhkirin.
Di 7’ê Gulanê de di saet 07.30’ande li ser navserê Serkeftin û Şahîn bi piştgiriya helîkopteên kobra, bi helîkopterên skorsky yan leşker hatiye veguheztin. Di çarçova operasyonê de ji aliyê helîkopteên kobrayan li dijî baregehên kevn êrîşek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di saet 13.30’ande li dijî baskekî dijmin ji aliyê gerîla yê me de hatiye lêdan. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê hatiye kuştin. Di 7’ê Gulanê de di saet 19.00’ande Artêşa TC’ê hêzê xwe yê li operasyonê paşde vekişandiye û li şûna wê hêzên nû veguheztiye. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.
10 Gulan 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê