HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 10’ê Gulanê de di saet 20.15’ande li Bêdlîsê li bejahiya gundê Germav di navbera Artêşa TC’ê yê li herêmê derketibû operasyonê û gerîla yê me yê di parastinê de bû pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin.

Piştî pevçûnê gerîla yê me bê ku wendahiyan bidin ji herêma pevçûnê dûr ketine.

 

2. Di 10’ê Gulanê de di navbera saet 08.00-09.00’ande li Heremên Parastina Medya li dijî herêma Şikefta Birîndara ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

11 Gulan 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê