HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 29'ê Avrêlê de li navçeya Kerborana Mêrdînê û navçeya Kercewsa Êlihê li dijî derdora gundên Hebizbina, Embolekê, Elodîno û Ava Dicleyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona herêmê hîn jî bi rengê kemîn vedan û keşfê ji aliyê yekîneyên veşartî berdewam dike.

2. Di 2'ê Gulanê de di derdora saet 20.30'an de lil navçeya Şirnex Qilabanê li dijî leşkerên li Girê Çeta yê Deriyê Dawetiya ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin.

3. Ji 28'ê Avrêlê û vir ve li Bedlisê li derdora gundên Lerdî, Gidana û Zeviyê Sor yekîneyên kontra yên cil û bergê gerîlayê me li berxwekirine digerin. Tevgera yekîneyên kontrayên li ser navê gerîlayê me ji gel re propaganda dikin berdewam dike. Divê gelê me li beramberî van yekîneyên kontrayan hişyar tevbigerin.

4. Di 22'ê Avrêlê de li Bedlîsê li dijî Neqeba Şênê, Girê Emerîkan û Dola Karkeran ên bi ser herêma Şêx Cûmane ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di heman rojê de paş de vekişiyaye.

3 Gulan 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê