HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 ji bû çapemenî û raya giştî re!

Gerîlayen me ji bo bîranîna sivîlên li Kurdistanê hatine qetilkirin û endamê Komalên Ciwan Gelhat Gever li Şirnexê çalakiyeke berfireh pêk anî. Di çalakiyê de zêdetirî 33 polîs hatin kuştin û 3 helîkopter hatin derbkirin.

Di êrîşên dewleta Tirk û faşîzma AKP’ê ya ji 4’ê Îlonê ve li hember gelê me yê welatparêz ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de bi dehan mirovên me jiyana xwe ji dest dane. Ji bo bîranîna mirovên me yên hatine qetilkirin û endamê Komalên Ciwan Gelhat Gever ji aliyê hêzên me yên Eyaleta Botanê û herêma Besta 13’êÎlonê saet 05.40’an li hember qereqola polîsan a di navbera Qilaban û Şirnexê û ketina Şirnexê de ye, çalakiyeke berfireh pêk hat.

Hêzên me bi teqemeniyeke zêde ketine qereqolê û di encama çalakiya sabotajê de avahiya qereqolê û 2 wesayîtên zirxî bi temamî îmha bûn. Di vê qereqolê de 30 polîs hene. Tîmeke me ya gerîlayan ku ber bi avahiya 30 polîs têde çûn, bi polîsên tîmên taybet ên ji Tumena Şirnexê û qereqolên wê hatine re ketine nav pevçûneke mezin. Wesayîtên zirxî û helîkopterên kobra ku mudaxeleyî herêma pevçûnê kirin, helîkopterên Skorsky jî hêz daxistine. Helîkoptereke Skorsky a li qada pevçûnê hatiye derbkirin. Helîkoptera derb xwariye vekişiyaye. Di encama çalakiya sûîqestê de polîsek hat kuştin.

Dîsa  tîmeke me ya gerîla bi çekên BKC, B-7 û çekên ferdî qereqola Kelîka Riza ya li Şirnexê kirine hedef. Li vir 4 roket li qereqolê ketin. Mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

Dîsa  tîmeke me ya gerîla 6 helîkopterên Kobra û gelek ên Skorsky yên li baxçeyê Tumena Şirnexê kirine hedef. Li vir du Kobrayan derbeyên giran xwarin û ketine rewşeke ku nikaribin rabin. Li vir Dîsa bi hawanan lojman hatine hedefgirtin. Gerîlayên me li wesayîtên zirxî yên xwestine ji tumenê derkevin dane û ketine rewşeke ku nikarin hereket bikin. Gerîlayên me 2 endamên hêzên taybet ên ji wesayîta zirxî daketine kuştin.

Di çalakiya ku zêdetirî 33 polîs hatin kuştin, 5 gerîlayên me bi qehremanî li ber xwe dane û şehîd ketin. Li vê qadê pevçûn heta danê nîvro dewam kiriye. Hê jî tevger didome.

Nasnameya gerîlayên me yen şehîd bûne wihaye:

avares emrah_small

 

 

 

Nasnav: Avareş Colemêrg
Nav-Paşnav: Emrah Yilmaz
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik-bav: Kudret - Kerîm
Dîrok û cihê şehadetê: 13 Îlon 2015 / Şirnex

 

 

 

dijwar ali_small

 

 

 

Nasnav: Dıjwar Herekol
Nav-Paşnav: Ali Bozan
Cihê Jidayikbûnê: Siirt
Navê dayik-bav: Hediye - Îsa
Dîrok û cihê Şehadetê: 13 Îlona 2015 / Şirnex

 

 

 

nalin fatma_small

 

 

 

Nasnav: Nalin Avaşîn
Nav-Paşnav: Fatma Amara
Cihê Jidayikbûnê: Maku
Navê dayik-bav: Zarîfe - Kadir
Dîrok û cihê şehadetê: 13 Îlona 2015 / Şirnex

 

 

 

serdem haci_small

 

 

 

Nasnav: Serdem Pîran
Nav-Paşnav: Haci Alturk
Cihê Jidayikbûnê: Zaxo
Anne - baba adı: Şîrîn - Muhsîn
Dîrok û cihê şehadetê: 13 Îlona 2015 / Şirnex

 

 

 

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Întîkam Gabar
Nav-Paşnav: Nevzat Kanir
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê dayik-bav: Sabîha - Mahsum
Dîrok û cihê şehadetê: 13 Îlona 2015 / Şirnex

 

 

 WAN

Di 13’ê Îlonê de saet di navbera 06.00-12.00’an de li rêya navbera navçeyên Şax a Wanê û Berwarî ya Sêrtê, hêzên me yên YJA Starê çalakiya kontrola rê kirin. Piştî kontrolkirina nasnameyan, gerîlayen  me der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.

Di 9’ê Îlonê de saet 07.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Tîngê ya girêdayî Şaxa Wanê çalakiyeke sûîqestê, bi çekên ferdî û navîn pêk anîn. Li gor agahiyên çapemeniyê 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC derdora xwe bi tank, obus û çekên A-4 ve bomberdûman kir, di encam de agir bi erazî xistin. Ev şewat hê jî didome.

AMED

Di 13’ê Îlonê de saet 23.30’an li ser rêya Mêrdîn- Amed û sêgoşeya Bismilê hêzên gerîlayên me li hember qereqola polîsan bi roket û çekên ferdî çalakî li dar xistin. Detayên vê çalakiyê piştre wê bên dayîn.

Di 10’ê Îlonê de li navçeya Farqînê ya Amedê artêşa TC dest bi operasyonê kiribû. Operasyon duh danê êvarî bê encam vekişiya. Li qadê, gelê ku mertalên zindî ne xwestin eraziya şewitî vemirînin, lê artêşa TC li derdorê gule reşand û xwest bibe asteng.

Di 11’ê Îlonê de hêzên gerîlayên me li hember helîkopterek Skorsky a navbera gundên Malabadî û Malalik ên girêdayî navçeya Farqîn a Amedê çalakiyek pêk anîn. Piştî çalakiyê helîkoptera Skorsky li qada navbera her du gundan ket erdê.

Di 13’ê Îlonê de saet 03.30’an hêzên gerîlayên me li hember kepçeyeke zirxî ya hewl dida têkeve Taxa Tekel a girêdayî navçeya Farqîn a Amedê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 polîs hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê hezên gerîlayên me ji ser polîsan tabancayek û 4 zincîrên BKC rakirin. Piştî çalakiyê hezên gerîlayên me vegeriyan bargehên xwe.

Ji 13’ê Îlonê û vir ve rêya di navbera Çewlik û Amedê di bin kontrola hêzên me de ye.

BEDLÎS

Hat zanîn ku ji gelên li gundên Norşînê û yên li navenda navçeya Norşînê ya Bedlîsê dijîn bangawaziyên sîxurtiyê tên kirin.

AGIRÎ

Di 10’ê Îlonê de saet 18.00’an artêşa TC li herêma Glîdax a girêdayî navçeya Bazîd a Agirî û li hinek girên serwer ên vê herêmê bi helîkopterên Skorsky leşker danîn. Her wiha 11’ê Îlonê danê sibê saet di navbera 05.00-07.00’an bi 5 helîkopterên Skorsky li gundê Elê yê Giyadînê û li derdora wê leşker danîn. Danê nîvro saet 12.00’an di navbera hêzên gerîlayên me û leşkaren de pevçûn qewimîn. Piştî nîvro saet 17.00’an artêşa TC bi helîkopterên Kobra li qada pevçûnê dan.

Di 11’ê Îlonê de di saetên êvarî de û di 12’ê Îlonê de balafirên şer, Şehîdgeha General Sûat a li qada Elê bomberdûman kirin. Her wiha piştî balafirên şer, artêşa TC bi helîkopterên Kobra jî êrîş birin ser Şehîdgehê û van êrîşan texrîbateke mezin li Şehîdgehê kirin. Di 12’ê Îlonê  de artêşa TC bi tankan ket Şehîdgehê û ev der bi temamî texrîb kir.

Di 12’ê Îlonê de  di danê êvarî, artêşa TC gundên Kûlê û Elê yên girêdayî navçeya Giyadîn a Agirî bi obus û hawanan bomberdûman kir. Ev operasyon bi qismî vekişiya, lê hê di eraziyê de yekîneyên veşartî hene.

Hevalê Canfeda Agirî di pevçûnên 10’ê Îlonê de şehîd ket.

maskeli foto

 

 

 

 

Nasnav: Canfeda Agirî
Nav-Paşnav: Şiyar Îddaci
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê dayik-bav: ….. - Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 11 Îlona 2015 / Agirî

 

Li gundên Çoban û Girê Dem ên girêdayî navçeya Giyadîn a Agirî, artêşa TC bi tîmên veşartî kemînan datîne.

QERS

Di 13`ê Îlonê de saet 21.40’an de ji aliyê gerîlayên me ve ji du aliyan ve li dijî midûriyeta emnîyetê ya giredayî navçeya Qaxizmana Qersê ji aliyê gerîlayên tîma Şehîd Hallo ve çalakiyek  hatiye lidarxistin. Bi bi çekên nîv otomatîk, 2 panzer û komeke polîsên tîmen taybet hatine hedefgirtin. Her du panzêr hatin darbkirin, sekvanê ku xwest gerîlayan sûîqest bike hatiye ferq kirin û hatiye kuştin. Di çalakiyê de bi awayekî aşkera 3 polîs hatine kuştin.

Di 13'ê Îlonê de  ji aliyê gerîlayên me ve li dijî stasyona bazê  û kafeteryayek giredayî bazê ya navenda Hilisînê ya li navçeya Sariqamişê ya Qersê  çalakiyek sabotajê pêk hatiye. Di çalakiyê de kafeterya û stasyona bazê ji binî hatine îmhakirin.

ERDEXAN

Di 13’ê Îlonê de saet 12.20’an de li nav.eya Golan a Erdexanê komeke  artêsa Tirk ji aliyê tîma gerîlayên me yên ku erka xwe dikirin ve hatine ferqkirin. Di navbera leşkerên ku ji aliyê gerîlayên me ve hatin ferqkirin û gerîlayên me de pevçûn derketiye, di pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin. Ev tîma gerîlayên me ji herêma pevçûnê bi awayekî parastî gihiştine herêma erka wan lê ye.

COLEMÊRG

Ji 10'ê Tebatê vir ve li navçeya Gever a Colemêrgê rêyên di navbera Geliyê Dostkî, rêya diçe Geliyê Dostkî-qereqola Oremar, rêya di navbera Colemêrg û Çelê di bin kontrola gerîlayên me de ne. Her wiha  ji 4’ê Tebatê vir ve rêya ji gundê Derya ya diçe qereqola  Bêzelê jî dibin kontrola gerîlayên me de ne.

ÇEWLIK

Di 13`ê Îlonê de saet 10.00’an de şîrketa Haskanlar a giredayî AKP’ê ya li ser rêya di navbera Şaredariya Servî û navçeya Dêra Hênê ya Çewlikê de, bi maşîneyeke xwestiye ji qereqolên derdor re kelûpelan bibe. Gerîlayên me jî li hemberî  van maşîneyan  çalakiyek pêk anîn û maşîne şewitandine.

NASNAMEYA 6 GERÎLAYAN

 

Artêşa Tirk bomberdûmana li hember herêmên gerîlayen me ji didomîne

Di navbera 13’ê Îlonê de saet 06.00 - 07.00, 08.00 - 08.30 û saet 11.00 - 11.30 de qereqola Bîlîcan a li ser xeta sînorê herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya; qada Gareya Biçûk di navbera saet 08.00 - 08.30 û saet 17.30 - 18.00, qereqola Erîş; qada Xeregol bi obus, hawan û tankan bombe kir.

Di 13’ê Îlonê de saet di navbera  07.30 - 09.30’î qereqola Oremar a girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê; qada Şehîd Xafûr bi obus, hawan û tankan hatiye bombekirin.

Di 13’ê Îlonê de  saet di navbera 09.30 - 13.00 de herêma Xakurkê, saet di navbera 13.00 - 18.00’an de herêma Xinêre, saet di navbera 17.00 - 00.00 de li herêma Zapê û xeta sînor, di navbera saet 23.00 û 14’ê Îlonê (îro) saet 03.00 de li qada Avaşîn pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anî. He wiha di 13’ê Îlonê de saet di navbera 12.00-13.00’an de li ser herêma Zapê tevgera balafirên şer rû daye.

Ji 13’ê Îlonê saet 22.00'an heta 14’ê Îlonê saet 04.00 li qada Çemçê ya Qersê pêgerên hewayî yên bê mirov keşif pêk anî.

14  Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG