HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji bû çapemenî û raya giştî re!

Gerîlayên me yen YJA Starê li Geliyê Dostkî yê Geverê li dijî yekîneyên artêşa Tirk çalakiyek lidar xistin. Di ve çalakiya ji du baskan ve pêk hat de 12 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Di roja 13'ê Îlonê, tîma Şehîd Rojîn Gewda ya gerîlayên me yên YJA Starê, dema li herêma di navbera Bêsosin û Tepê Çete yên Geverê de diçûn wezîfeyê, bi leşkerên artêşa T.C ên li ser rêgeha xwe hesiyan. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla ji 2 baskan ve bi BKC, B7 roketan û çekên ferdî derbên xurt li leşkeran xistin. Di encama derbên bi bandor de 12 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên Şahîn Goyî û Milîtan Kobanê yên li Geliyê Dostkî şehîd ketin, hat lidarxistin.

Artêşa Tirk a ji 2'yê Îlonê ve li Geliyê Dostkî derket operasyonê, duh xwe ji herêmê vekişandiye.

Di roja 14'ê Îlonê de saet di 12:30 de, hêzên me yên gerîla li hemberî qereqola Nehrî ya ser bi navçeya Colemêrg Şemzînanê bi çekên giran çalakî pêk anîn. Bi çekên giran derb li 5 leşkerên li pêşiya qereqolê kom bûbûn hat xistin. Her wiha bi çekên giran derb li kulûbeya li ser girê qereqolê jî hat xistin. Hejmara kuştî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Herêmên li derdora qereqolên Şapata, Goman û Nehrî bi obus û hawanan hatin bombekirin.

Di roja 14'ê Îlonê de saet di 23:30 de li hemberî stasyoneke bazê ya Turkcell, Vodafone û Avea yên li herêma gundê Aylava yê Geverê, gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de stasyona bazê hat rûxandin.

Bı Çekên Gıran Dest Lı Leşkerên Dıxwestın Lı Heftanînê Bı Pêş Ve Bıçın Hat Werdan

Di roja 14'ê Îlonê de saet di navbera 13:00-18:00 de, artêşa T.C hewl da li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê bi pêş ve biçe. Hêzên me yên gerîla bi çekên giran dest li vê yekîneyê werdan û di encamê de artêşa Tirk xwe vekişandiye. Li ser vê yekê artêşa T.C bi obus, hawan û tankan qada Şehîd Kendal û derdora wê bomberdûman kir.

Di roja 13'ê Îlonê de saet di 14:30 de, li hemberî kepçeyeke hewl dida rêya qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê ye, gerîlayên me çalakiyek lidar xistin, di encamê de kepçe hat îmhakirin.

Di roja 14'ê Îlonê de saet di navbera 15:30-16:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran qereqola Bilican û kulûbeyeke li wê derê hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de li qereqolê teqînekê rû day û dûman jê bilind bûye. Di heman demê de kûleya qereqolê ya hedef hat girtin, şewitî û îmha bû.

Lı Kerboranê Lı Hember Polîsan Çalakıya Sabotajê

Di 13’ê Îlonê de saet 11.45'an di ketina navçeya Kerboran a Mêrdînê de dema nîv otobusa aîdî polîsan derbas dibû gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. 2 polîsên di otobusê de birîndar bûn.

Di 13’ê Îlonê de saet 21.30'î li gundê Bablesa yê girêdayî Elbak a Wanê li hember stasyona bazê ya xetên Turkcell, Avea û Înternetê ji aliyê gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk hat û istasyona bazê îmha bû.

Jı Alîye Gerîlayen Me Ve Lı Berwarıyê Çalakî

Di 15’ê Îlonê (îro) de saet 07.20'an li hemberî girê qereqola Xerxol a girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê ji aliyê tîma me ya gerîla ya Şehîd Rûbar ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Şirnexê şehîd ketine çalakî hatiye lidarxistin. Gerîlayên me ji nêz ve bi BKC, B-7 û çekên giran li kule, çepereke çekên giran, çepera A-4 xistine. Di kuleyê de bi awayekî zelal 2 leşer hatin kuştin. Li vir hejmara mirî û birîndaran hê zêdetir e. Paşê tanka li baxçeyê qereqolê jî hedef hatiye girtin. Piştî pevçûna demkurt a li eraziyê di encama ku helîkopterên Kobra erazî gulebaran kirine şewat derket.

Di 13’ê Îlonê şebekeyeke înternetê ya li gundê Yeste ya girêdayî navçeya Mehsertê ya Mêrdînê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye îmhakirin.

Di 10’ê Îlonê yekîneyên artêşa TC ên wek yekîneyên bi tevger li gundê Hesek ê girêdayî navçeya Pîran a Amedê derketine eraziyê di 13’ê Îlonê de bê encam vekişiyan.

Ji 13’ê Îlonê ve rêya Çewlik-Amedê di kontrola gerîlayên me de ye.

Lı Hezroyê Jı 5 Baskan Sazıyên Dewletê Hedef Hatın Gırtın

Di 14’ê Îlonê de saet 18.45’an hêzên gerîlayên me ji 5 baskan Qeymeqamtî, mala Qeymeqam, Girtîgeh û Tabûr kirin hedef. Hedefên ku bi awayekî bandor hatin hedefgirtin, wê piştre detayên wan bên dayîn. Di vê çalakiyê de hevalekî me şehîd bû.

Di 15’ê Îlonê de di danê sibê ji saet 03.40’an û vir ve rêya Pasûr û Licê yên Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye.

Muxtarê gundê Şenê li ser gundên Şen, Kûsfark û Parsîng ên navçeya Motkî ya Bedlîsê zextê dike ku gundî bibin cerdevan.

 Di 14’ê Îlonê de artêşa TC li herêma Nanîvan a girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê yekîneyên veşartî di erazî de hiştin û kemîna datînin.

Rê Dı Bın Kontrola Gerîlayen Me De Ne

Ji 13’ê Îlonê û vir ve rêyên Kanîreş a Çewligê û Gimgim a Mûşê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.

Di 14’ê Îlonê de saet di navbera 16.00-20.00’an de hêzên gerîlayên me rêya Gimgim- Kop ên Mûşê xist bin kontrolê, nasname kontrol kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.

Di 14’ê Îlonê de danê sibê saet 03.00’an rêya navbera Kanîreş a Çewligê û Erziromê ket bin kontrola hêzên gerîlayên me. Di nav 200 wesayîtî, wesayîtek li hişyarî guhdar nekir û reviya. Ev wesayîta ku aîdî çawişekî pispor bû, gule lê hat reşandin û çawişê pispor birîndar bû. Ev çawişê pispor reviya. Saet 10.30’an 2 helîkopterên Kobra xwestin mudaxeleyî cihê bûyerê bikin. Hêzên gerîlayên me bi çekên giran li her du helîkopterên Kobra dan, derbe kirin. Neçar man vekişin. Kontrolkirina rê piştî nîvro di saet 13.30’an de bi dawî bû.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Erzîncan û Dêrsim- Pilûr di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne. Artêşa TC li hember kontrolkirina rêyan nikare tiştekî bike û hewl dide bi qedexekirina rêyan hatin û çûyinan jî qedexe bikin.

Ji 12-13 û 14’ê Îlonê û vir ve artêşa TC bi piştgiriya wesayîtên zirxî li mintiqayên Çakmakli, Lolan Panel, Akderen, Derwêş Cemal û Hopik Sirti yên girêdayî navçeya Xozat a Dêrsimê kemînan datîne. Her wiha di 14’ê Îlonê de li navçeya Kozmerîk a Dêrsimê, yekîneyên girêdayî artêşa TC xebatên veşartî zêde kirine.

Tevgera Hewayî Dıdome

Tevgera balafirên şer û pêgerên hewayî yên bê mirov ên girêdayî artêşa TC didomin.Di 14’ê Îlonê de saet di navbera 09.30-11.30’an de û di 15’ê Îlonê de saet 05.00’an li ser Garê; di 14’ê Îlonê de saet 10.30-18.30’an li ser Qendîlê; di 15’ê Îlonê saet 00.00-07.00’an li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov geriyan.

Di 15’ê Îlonê de saet 01.00’an li ser herêma Zapê; saet 01.00-03.00’an û di 14’ê Îlonê de saet 14.00’an li ser herêma Metîna tevgera balafirên şer çêbûn.

Lı Hember Herêmên Gerîlayen Me Bomberdûmana Obus, Hawan Û Tankan

Di 14’ê Îlonê de saet di navbera 13.00-14.00’an de qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemergê, herêma Govendê ya li xeta sînorê herêma Zagrosê ye, bi obus û hawanan bomberdûman kir.

Di 14’ê Îlonê de saet di navbera 11.00-11.30’an û 16.00-17.00’an de qereqola Erîşê ya li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastina Medyayê, herêma Xeregol û derdorên wê; saet di navbera 15.30-16.00’an de qereqola Bîlîcanê herêmên Garêya biçûk û Şehîd Neval bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.
15 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG