Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Tebaxê saet di 18.30’ande li ser riya Amed-Çewlik di navbera herêmên Kox û Bilbila ji hêla Tîmên Şehît Elî û Şehît Berîtan çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Çalakiya ku 1,5’ekê berdewam kiriye gerîla yê me ji nêzî 500 kesî re di derbarê hessasiyetên pêvajoyê û pêşketinên dawî yên siyasî propaganda hatiye kirin. Herweha li herêma çalakiyê ji hêla gerîla yê me ala konfederalîzm û wêneyên Rêber Apo hatiye daliqandin.
2. Ji 30’ê Tebaxê û vir ve li Dersim li dijî çiyayê Milak, Akbaba û Geliyê Caferlî ku girêdayî Mûnzûran e ji hêla yekîneyên biçûk ên artêşa biçûk faaliyetên keşif û kemîn avêtinê tê kirin.
3. Di 5’ê Tebaxê li derdora saet 22.00’ande li navenda Şirnexê li dijî gelek nuqteyên dijmin ji hêla Tîmên Şehît Zafer, Şehît Koçer, Şehit Harûn û Şehît Amed ji çar milan çalakî hatine lidarxistin. Milê yekemîn li dijî lojmanên polîsan çalakiyek lidarxistiye. Lojmanên bi roket û çekên ferdî hatiye lêdan, çar roketa îsabet kiriye. Di çalakiya hatiye lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehatiye zelalkirin. Ji hêla milê duyemîn li dijî kepirên(kulube) çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de kepir hatiye tunekirin û hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehatiye zelal kirin. Ji hêla milê sêyemîn li dijî leşkerên ku ji maşîna daggeyigi dadiketin hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin 2 leşkerên dijmin ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin, 1 leşker jî birîndar bûye. Ji hêla milê çaremîn li dijî dijmin ê ku ji Kunmişkê ku girêdayî navenda Şirnexê ye dihate çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîna akrep ya bizirx ku 7 leşker dê de bû ji hêla gerîla yê me hatiye îmha kirin. Maşîne ke akrep ya bi zirx û panzerek jî hatiye derbkirin. Herweha li dijî leşkerên piyade yên ku dihatin mudaxele yê ji hêla gerîla yê me çalakiyeke duyemîn hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên dijmin ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye.
Piştî çalakiyê leşker, cerdewan û polîsen ku ji kunmişkê ji bo mudaxele yê dihatin ketine panîkê û bi pevçinîne. Herweha avahiyên li derdorê û gundên li derdorê ji hêla dijmin hatiye gule barandin. Piştî çalakiyê heta serê sibê ya 6’ê Tebaxê saet 07.30’an li dijî derdora çalakiyê ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di danê êvarî bê encam paşde vekişiya ye.
5. Di 5’ê Tîrmehê li derdora saet 19.30’ande li navçeya Amed Pasûrê li dijî Muduriyeta Ewlehi yê û girê ku ji hêla tîmê taybet ewlehiya ewlehi ya muduriyetê digire ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin tîmeke taybet û leşkerek ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Di dema çalakiyê de ji aliyê gel ên li derdorê diruşme yên ‘Bijî Serok Apo’ hatiye avêtin. Piştî çalakiyê ji hêla helîkopterê kobra li dijî herêmê bombebaran hatiye kirin.Di 6’ê Tebaxê li dijî herêma çalakiyê ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Di danê êvarî bêencam paşde vekişiya ye.
6. Di 4’ê Tebaxê li derdora saet 19.30’ande li navçeya Mêrdîn Nisêbînê li derdora gundê Sêderiyê û Xirbemişkê ku girêdayî Bagokê ye li dijî yekîneyek dijmin ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkereke dijmin ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin.
7 Tebax 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG