Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê Tebaxê (îroj) li derdora saet 02.00’ande li navenda Dersim maşîneke ji qereqola Zaggê re nan dibir ji hêla gerîla yê me hatiye şewitandin. Piştî çalakiya ku hatiye lidarxistin helîkopterên artêşa TC li herêmê firiya ne.
2. Di 7’ê Tebaxê di navbera saet 20.00 heta 8’ê Tebaxê (îroj) saet 02.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şehît Viyan, Girên Heliz, Lawikê Xerib û Pisaxa, Geliyên Alaniş û Şehît Şêxmûs û Quntarên Xantur ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Li Şirnex li dijî herêmên Şehrîban û Rûsor ku bi ser Besta ne ji hêla yekîne yên kontra yên veşartî operasyonek hatiye lidarxistin.
4. Di 6’ê Tebaxê di navbera saet 18.00-22.00’ande li Colemerg di navbera Deppin û Geliyê Helelê di navbera gerîla yê me ku diçûn wezife yê û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimi ye. Herweha bi helikopterên kobra li dijî herêma pevçûnê hatiye bombebaran kirin. Di encama pevçûna 4 saetan berdewam kiriyî de 4 hevalê me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Hevalê me yê şehît ketine: Nûda Cudî ( Huziye Dirbasi), Kandil Sine (İbrahîm Birûmend), Berçem Armanç (Remziye Omer) û Zinar Bêdlîs (Cuneyt Koç)’e.
Agahiyên nasname yên hevalên şehîd ketine
Navê Kod: Kandil Sine |
Navê Kod: Zinar Bitlis |
8 Tebax 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG