HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 22’ê Mijdarê de di saet 15.00’an de li dijî helîkoptereke ji Osyan ber bi Şirnexê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve.

2. Di 16’ê Mijdarê de li navçeya Şemzînana Colemergê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve operasyoneke 3 rojan berdewam kiribû hatibû lidarxistin. Me di daxwiyaniya xwe de eşkere kiribû ku 38 leşkerên dijmin hatiye kuştin, helîkptereke skorskyê hatiye xistin, 2 rêhevalê me gihîştiye şahadetê û 3 rêhevalên me jî ji agahî ji wan nehatiye girtin.

Di encama lêkolînan de me zelal kir ku ji wan 3 rêhevalên me du ji wan gihîştiye şahadetê. Hevaleke me jî gihîştiye yekîneya xwe.

Agahiyên nasnameyê yên çar rêhevalên me yê di vê operasyonê de gihîştine şahadetê:

Nasnav: Behçet Urfa
Nav û paşnav: Mehmet Can Gulbeden
Cihê jidayikbûnê: Sewerek, Riha
Navê dayik û bav: Şemsa - Davut
Dîrok û cihê şahadetê: 16 / 19 Mijdar 2012 / Şemzînan, Colemerg

Nasnav: Rozerin Serdem
Nav û paşnav: Meryem Brukimilan
Cihê jidayikbûnê: Maku, Rojhilatê Kurdistanê
Navê dayik û bav: Cemile - Hamit
Dîrok û cihê şahadetê: 16 / 19 Mijdar 2012 / Şemzînan, Colemerg

Nasnav: Berxwedan Zagros
Nav û paşnav: Mehmet Amaç
Cihê jidayikbûnê: Pirsûs, Riha
Navê dayik û bav: Naile - Derviş
Dîrok û cihê şahadetê: 16 / 19 Mijdar 2012 / Şemzînan, Colemerg

Nasnav: Tofan Fırat
Nav û paşnav: Xwedêda Ahmedi
Cihê jidayikbûnê: Maku, Rojhilatê Kurdistan
Navê dayik û bav: Zerif - Ahmet
Dîrok û cihê şahadetê: 16 / 19 Mijdar 2012 / Şemzînan, Colemerg

23 Mijdar 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê