Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê Mijdarê de di saet 10.00’an de li navçeya Geverê li dijî helîkopterên ji qereqola Oramarê re cebilxane vediguhezand ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin . Di encama çalakiya li dijî 2 helîkopterên kobra û skorskyekê hate lidarxistin de kobrayek û skorskyek bi awayeke bandor hatiye lêdan. Di encama lêdanê de her du helîkopterên derbe xwarine naçar mane ji herêmê dûr bikeve.
2. Di 21’ê Mijdarê de di navbera saet 15.00-16.00’an de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî Tabûra Êrîşê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de avahiya tabûrê, çeperên tank û çekên giran bi awayeke bandor hatiye lêdan, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye. Bombebaranên dijmin heta 22’ê Mijdarê danê sibê jî bi navber berdewam dike.
3. Di 12’ê Mijdarê de li navçeya Îskenderûna Hatayê me agahiya pevçûnên dijwar ên li zozanên bajaroka Haymaçinarê qewimîbûn û qûtbûna rêhevaleke me ji raya giştî re eşkere kiribû. Li gor agahiyên dawî şehadeta vî hevalê me zelal bûye.
Nasnameya rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê;
Nasnav: Dilgeş Dersim |
22 Mijdar 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê