HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 30'ê Kanûnê saet di navbera 10:10 û 11:45'an de, di 31'ê Kanûnê de jî saet di navbera 04:30 û 05:30 de balafirên bê mirov ên keşfê yên artêşa Îranê li ser herêma Qendîl ya girêdayî herêmên Parastinê yên Medya keşif kirine.

2. Di roja 28'ê Kanûnê de saet 19:00’an de artêşa Tirk leşker veguhastiye qada Deretaş a bajarokê Gite yê naçeya Şirnex Silopiyê. Di dema veguhastinê de leşkerên Tirk li herêmê kemîn daniye.

3. Di 30'ê Kanûnê de saet di navbera 14:00-15:00 û 17:00-18:00 de, balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker li herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Zapê tevgera wan hatiye xwiyakirin. Di 30'ê Kanûnê ji saet 17:00 heta 31'ê Kanûnê saet 02:00, li ser heman herêmê balafirên bê mirov ên keşfê keşif kirine.

31 Kanûn 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG