ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 29'ê Kanûnê saet di navbera 09:30 û 12:00 û saet di navbera 21:30 û 22:30 de, balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Îranê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser herêma Qendîlê keşif kirine.
2. Di 29’ê Kanûnê saet di navbera 16:00 û 18:00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser herêma Avaşîn balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk a dagirker di nava tevgerê de bûn. Ev tevger li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pir zêde berdewam kirin. Li ser vê Esasî:
- Di roja 29'ê Kanûnê saet di 12:00, 18:40 û 23:00 de, roja 30'ê Kanûnê (îro) saet di 04:00 de balafirên bê mirov ên keşfê li herêma Zapê keşif kirine. Li herêma Zapê, li gel vê keşfê, di heman demê de balafirên şer jî tevgeriya ne.
- Di 29'ê Kanûnê saet di navbera 21:00 û 23:00 de, li Tepê Ortê û qada Marûka ya herêma Zapê, balafirên keşfê û yên şer, di nava tevgerê de bûn.
- Di 28'ê Kanûnê saet di navbera 22:00 û 00:00 de li herêma me Zapê, balafirên keşfê geriyane.
- Di 29'ê Kanûnê saet di 12:00 de ji navçeya Colemêrg Çelê ber bi Qereqola Bilican a li nava sînorên Zapê de veguhastina leşkerî hatiye kirin, Her wiha girê Marûka yê ser bi navçeya Çelê ku di bin kontrola artêşa TC de ye, bi çekên giran hatiye gulebarandin.
30 Kanûn 2014
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG