HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 16’ê tebaxê de bi roj saet di 14:30’an de ji hêla firokeyên kobra yên artêşa TC’ê ve gundên Tubê,Zalê Jer û Zalê Jor û hevrazên Cîlo ku girêdayî Gevera Colemêrgê ne hatine bombebarînkirinê. Piştî bombebarîna kobrayan qada bi hawan û obûsan hatiye lêdan.

2. Di 11’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê li qada Şehîd Reşo ku di navbera qadên Badibê û Hababê dimîne û girêdayî Nêsîbîna Mêrdînê ye şewata ku hatibû derxistin hê jî berdewam dike.

3. Di 6’ê tebaxê de operasyona artêşa TC’ê ku li hember qadên Kato Marînos, Sirtê Marînos, Siwarê Xelîla, Faraşîn û Çela Çengê ku girêdayî Colemêrgê ne hatibû destpêkirin, ber bi qadên Mezra Marînos û Serê Xalê ve hatiye berfirehkirinê.

17 Tebax 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê