Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 17’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember bejahiya navçeyên Payîzava û Şaxê ku girêdayî Wanê ne operasyoneke ku hê jî didome daye destpêkiriye.
2. Di 24’ê tîrmehê de gerîlayekî me yî bi navê Hozan (Hesen Moho) dema ku ji Çemê Mûradê derbas dibe, li ber pêlên avê ketiye û gihîştiye şehadetê.
Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd de;
Hozan Faraşîn Hasan Moho 1979 / Wan 2005 Hanîfe Salîh 24 Tîrmeh 2009 / Mûş |
3. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyek Şehîd Hozan Faraşîn bibîranî û da zanîn ku “Bîranînên şehîdên me, hinceta têkoşîna me ne û ala ku Şehîd Hozan dewrî me kiriye, wê her dem li asîmanan biheje û tu carî danekeve” Her wiha Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di şexsê malbata Moho de ji gelê welatparêz ên Wanê re sersaxî hate xwestin.
18 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê