Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Roja 25 Mijdar çeteyên Daiş li hember gûndê Masker û Girê Tilverdê yê dibin qontrola pêşmergeyan dene êrîşek li darxistine û di encama van êrîşan çeteyan ew herêmane ji peşmergeyan girtine. Çeteyan ew xetên petrolê yên li vê herêmê bi cihdibûn teqandine.
Li hember van êrîşên çeteyan di roja 26 Mijdar di demjimêr 04:30 an de ji aliyê gêrîllayên me yên HPG-YJA-Star û Pêşmergeyan li hember herêmên çeteyan girtîn dest de operasyonek hevbeş encam pêkanîne. Ji çeteyên ku bi çekên bi bandor lê hatîn xistin ji 10 an zêdetir hatine kuştin, 5 cenazeyê çeteyan ji ketiye destê hêzên gêrîllayên me. Herwiha gundê Masker Xalid û Girê Tilverdê ketiye dibin qontrola hêzên mede.
2. Roja 26 Mijdarê (îro) di demjimêr 20:00 an de li derdorê gundê Hesenê girêdayî Ûrmiyê ji aliyê pastarên Îranê ve li hember gêrîllayên me kemîn hatiye avêtin. Li hember vê êrîşa kemînê de gêrîllayên me di heman demê de bersiv dayîne û di encama pevçûna hatî jiyan kirinde 1 pastar hatiye kuştin û 1 ji birîndar ketiye.
3. Roja 26 Mijdar di navber demjimêrên 14:30 û 15:00 – 19:00 û 20:00 an de li ser xeta sînor ya herêma Zap’ê liv û tevgera balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk hatiye çavdêr kirin.
27 Mijdar 2014
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG