HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Yek heftiya herî dawî li gûndên Kirêt, Cinata, Kurikê û Stlilê yên girêdayî navçeya Mêrdîn Nisêbînê û gûndên Reşmil û Reşînê yên girêdayî navçeya mehsert liv û tevgera artêşa dagirker a Tirk hatiye çavdêrkirin.

Artêşa Tirk li van herêman bi wesayîtên şexsî dewriye tavêje û li hinek herêman ji kemînan pêktîne. Tevgera artêşa Tirk ya li herêmê hîn berdewam dike.

2. Roja 24 Mijdarê de artêşa dagirker a Tirk li Gundê Tepe yê girêdayî  navçeya Amed Bismilê û li herema gundê Dêrîş ya girêdayî navçeya Mêrdîn Stewr ê operasyonek dayîne destpêkirin. Di roja 25 Mijdarê de ji operasyon bê encam paşde vegeriyaye.

26 Mijdar 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG