HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 6'ê Cotmehê de Gerîlayên me li gundê Wehdê yê girêdayî bajarê Kerkûkê li dijî çeteyên Daîşê çalakiyeke sûîkastê hatiye lidarxistin û di encamê de çeteyek hatiye kuştin.Di 7'ê Cotmehê de Gerîlayên me li dijî çeteyên Daîşê yê xwestin xwe berdin nava gundê Ebdila Xanim yê girêdayî bajarê Kerkûkê, çalakî pêk anîne. Di vê çalakiyê de jî 2 çete hatine kuştin, herwiha Gerîlayên me li heman herêmê bi çekên giran li du mewziyên stratejîk ên çeteyên DAIŞ'ê dane.

2. Di 7'ê Cotmehê saet di navbera 17:00-00:00 de helîkopterên artêşa Tirk a dagirker hejmarek zêde leşker veguhastine herêma di navbera Şirnex-Cizîr û Cizîr-Silopiyê. Li vê herêmê û bi taybetî jî li ser Çiyayê Cûdî balafirên keşfê yên bê mirov, geriyane.

8 Cotmeh 2014

Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG