HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya gistî re!

Roja 23 Mijdar (îro) di demjimêr 04:30 hêzên me yên gêrîlla û hêzên pêşmergeli Qesebeyên Celewla û Sadiyê yên girêdayî navçeya Kerkûk Xanqîn li hember çeteyên DAİŞ operasyonek hevbeş encamdayîne.

Operasyon heyanî demjimêr 14:00 an berdewam kiriye. Di encama vê operasyonê de li aliyê celewle yê bakur net 3 kuştiyên çeteyan hatine dîtîn û jimarek zêde birîndar bûyîne. Li gel vê çendê qesebeyên Celewle û Sadiyê ketine dibin qontrola gêrîllayên me û pêşmergeyan de. Di dorpêçiya operasyonê de tevgera li herêmê hîn berdewam dike. Her çendî ku agahî hîn zelaltir bibi ji gelê me û raya giştî re wê were ragihandin.

23 Mijdar 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG