Ji çapemenî û raya giştî re!
Fermandariya saha Kerkûk û Mexmurê di derbarê beşdarbuna wan ya operesyona li Celewle Sadiyê de û paşve kişandina hêzên wan ya ji Celewle daxuyaniyek wesand,
Fermandariyê destnîşan kir ku hêzên wan bi rengekî aktiv cihê xwe di nava operesyonê de girtine u piştî opereosyon bi dawi buye wan hêzên xwe ji Celewle paşve kişandine
Fermandariya saha Kerkûk û Mexmurê di daxuyaniya xwe de wiha de destnîşan kir,
Me hêzên xwe di roja 25 mijdarê de ji Celewle kişandin û cihên ku di nava Celewle de me girtibun deste xwe û diparastin, pisti ku em derketin me radestî hêzên pesmergan kirin.
Her wiha fermandariyê di daxuyaniya xwe de çapemeniya ku dibeje hêzên gerila li celewle tune ye bi rengekî tundî rexnekir ev rastî derew derxist u wiha dewam kir; yên ku dibejin hêzên gerila tevli operesyona celewle nebune dijî rastiyê diaxivin, hêzên me bi fedekariyek mezin bi bîr u baweriyekî xurt tevlî vê operesyonê bune u rolekî giring di kordîneya ser bakurê celewlede leyistine. Hêzên me li ser esasê mefhumê yekitiya netewî tevlî bune û heyanî rizgarkirina Celwela û ketina Celewla ji di nava operasyonê debûn.
Her wiha fermandariyê da zanin ku pisti rizgarkirina Celewle fermandarê YNK’ê kak Emend li ser navê mehwere bakurê Celewle serdana gêrilayan kir u balkişand ser rola gêrilayên HPG û YJA-Star ya di rizgarkirina Celewle de û spasiya xwe kir û tevlibuna gêrila di azadkirina Celewle de bilind nirxand.
Fermandariyê her wiha di dawiya daxuyaniya xwe de da zaninku ew ji bo parastina her çar perçeyên Kurdistanê têdikoşin u wiha daxuyani bi dawi bu; Li kudere dibe bila bibe em weke hêzên gêrilayên HPG û YJA-Star berpirsyarin ku axa kurdistanê biparezîn u em soz didin gelê xwe ku heta yek çeteyekî Daiş li Kurdistanê hebe eme şerê parastina Kurdistanê Kerkûk u Mexmurê bikin,
25 Mijdar 2014
Fermandariya Kerkûk-HPG