Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23’ê Îlonê de li navçeya Hezo ya bi ser Êlihê li derdora gundê Kaniya Berê ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi yekîneyên veşartî operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di saet 16.00’an de li dijî vê yekîneyê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.
Piştî çalakiyê operasyona li herêmê bi berfirehî berdewam dike.
2. Di 23’ê Îlonê de di navbera saet 14.30-16.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî gundên Siyanê, Çemşerît û herêma Deşta Kafya ku bi ser Garê ye ji aliyê artêşa metinger a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de tu wendahiya gerîla yê me çênebûye.
24 Îlon 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê