HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 23’ê Îlonê de (îroj) di navbera saet 00.00-01.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Kuzînê û quntarê Balakatê ku bi ser Qendîlê ve ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi balefirên şer êrîşek hewayî hatiye lidarxistin.

Di encama êrîşan de tu wendahiyên gerîla yê me çênebûye.

 

2. Di 22’ê Îlonê de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê li dijî herêmên Derava Qesranê û Bêlatê Sadûn ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

3. Di 22’ê îlonê de li derdora saet 10.40’an de li navçeya Sûrê ya bi ser Amedê ve ye ji aliyê gerîla yê me li dijî polîsên dolfîn çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de polîsek ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 2 polîs jî birîndar bûye. Tu têkiliya gerîla yê me bi birîndar bûna sivîlekî nîne. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê li dijî herêmê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike. Herweha riyên li herêmê li çûyin û hatinê hatiye birîn.

4. Di 22’ê Îlonê de li Agiriyê di navbera navçeya Bazîdê û gundê Kanî Korkê li dijî xeta luleyên gaza xwezayî ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de gaza xwezayî nêzî 1.5’ê ji ber çûye. Herweha riya navnetewî li çûyin û hatinê hatiye birîn.

23 Îlon 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê