Ji Çapemenî û Rayagîştî Rê
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de di 2’ê Cotmehê de saet di 07.10’an de li Girê Lêlkanê yê Sîdekanê ya di nav axa Başûrê Kurdistanê de gerîlayên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistine.
Di vê çalakiyê de çeperên dijmin hatine lêdan û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li derdorê daye.
2. Di 1’ Cotmehê de balafirên keşfê yên bê mirov a artêşa Tirk li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyaye. Hêzên me bakafira keşfê kirine hedef. Balafira keşfê ya bê mirov li vê derê derbe xwariye û ji qadê dûr ketiye.
3. Artêşa Tirk a dagirker di 16’ê Tebaxê de li qada Şehîd Xebat a Çewlikê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Di 17’ê Tebaxê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerek çêbûye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek ji wan jî hatine birîndarkirin. Di vî şerî de rêheval Dîcle û 4 rêhevalên me yên qehreman şehîd bûne.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:
Nasnav: Dîcle Zafer Nav û Paşnav: Raîfe Yilmaz Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayikê-Bav: Leman - Hasan Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018
|
Dicle – Raife Yılmaz
Nasnav: Ferhat Rodî Nav û Paşnav: Saygi Aydin Cihê Jidayikbûnê: Mûş Navê Dayikê-Bav: Haylû - Saîd Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018
|
Ferhat – Saygı Aydın
Nasnav: Reşît Çewlik Nav û Paşnav: Veysel Alparslan Cihê Jidayikbûnê: Çewlik Navê Dayikê-Bav: Fevziye - Kemal Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018
|
Reşit – Veysel Alparslan
Nasnav: Yona Dersim Nav û Paşnav: Erol Ûlûca Cihê Jidayikbûnê: Dersim Navê Dayikê-Bav: Saîme - Mûstafa Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018
|
Yona – Erol Uluca
Nasnav: Zin Xweza Nav û Paşnav: Suna Acu Cihê Jidayikbûnê: Şırnak Navê dayikê - Bav: Ayşe - Yusuf Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018 |
Zin – Suna Acu
4. Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Di vê çarçoveyê de;
29-30’ê Îlonê heta 1’ê Cotmehê saet 160-17:00’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Keşta Kafya ya girêdayî Herêma Garê bomberdûman kiriye. 30’ê Îlonê jî saet 16:30’î balafirên şer dîsa devera Hefttebax a girêdayî Herêma Garê bombe kiriye.
1’ê Cothemê saet 11:00’an balafirên şer derdorî çemê Avaşîn bomberdûman kiriye.
2’ê Cotmehê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê