Ji Çapemenî û Rayagîştî Rê
1. Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî 29’ê Îlonê saet 10.00’an li dehma Arê ya Sidêkanê, ku li nav sînorên Başûrê Kurdistanê ye, li Girê Şehîd Rozerîn li dijî yekîneyên operasyonê yên artêşa dagirker a TC’ê çalakiyeke sabotajê kirine.
Di vê çalakiyê de tespîtbûyî 1 leşker hatiye kuştin û gelek leşker birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkoptêrên skorskyê kuştî û birîndarên xwe rakirine û piştre bi helîkoptêrê êrîşê quntarên Girê Şehîd Rozerîn bombe kirine.
2. Di daxuyaniya xwe de, ya bi dîroka 19’ê Îlona 2018’an me gotibû 16’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker operasyona li ser Bedlîsê, li ser qada Şehîd Mizgîn daye destpêkirin û di şer de hevrêyê me Pîr Şahan heta bi guleya xwe ya dawî li ber xwe daye û li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye. Agahiyên nasnameyê yê hevrêyê me Pîr Şahan wiha ye:
Navê Kod: Pir Şahan Serhildan Nav Paşnav: Ferhat Çetîner Cihê Bûyinê: Riha Navê Dê û Bav: Hatîce – Mehmet Fahrî Cih û Dema şehîdbûnê: 16 Îlon 2018 / Bedlîs
|
Pir – Ferhat Çetiner
3. Di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 24’ê Îlona 2018’an me gotibû artêşa TC’ê ya dagirker li Licê ya Amedê, li derdora gundê Zengasorê operasyonek daye destpêkirin û di vê operasyonê de 2 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Navê Kod: Dîdar Serhat Nav Paşnav: Meryem Dogan Cihê Bûyinê: Qers Navê Dê û Bav: Bediha - Mehmet Cih û Dema şehîdbûnê: 22 Îlon 2018 / Amed |
Didar – Meryem Doğan
Navê Kod: Goksun Firat Nav Paşnav: Hasret Borta Cihê Bûyinê: Amed Navê Dê û Bav: Kevser - Mehmet Saît Cih û Dema şehîdbûnê: 22 Îlon 2018 / Amed |
Göksun – Hasret Börta
4. Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîş dane destpêkirin. Agahiyên berfireh ên êrîşên hewayî wiha ne;
28’ê Îlonê saet 23.40’î balafirên şer li herêma Avaşînê, qada Geliyê Avaşînê bombe kirine.
29’ê Îlonê saet di navbeyna 21.00 û 21.30’î de balafirên şer li herêma Garê, derdora gundê Hefttebax û qada Çiyayê Reş a Zapê bome kirine.
30’ê Îlonê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê