Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Artêşa TC a dagirker 14'ê Gulanê li qada navbera Girên Kevortê û Lêlikanê yên herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonekê kir. Ev operasyon 15'ê Gulanê bêencam bi dawî bû.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî kepçeyeke artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê kirin ku ber bi Girê Lêlikanê ve diçû. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî bi wesayitên zirxî ji herêmê bir.
2. 13'ê Gulanê saet di navbera 13:00-14:00 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Geliyê Avaşînê yê herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
15'ê Gulanê saet di 10:30'î de balafirên şer bombe li qada Kartal a li herêma Avaşînê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.
17'ê Gulanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê