Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome di 18’ê Gulanê de saet di 08.00’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Girê Konferansa Mezin çalakiyek li dar xistiye.
Di vê çalakiyê de bi serkeftî li çeper û stargehên dijmin hatiye xistin. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
2. Di 12’ê Gulanê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Şehîd Bêrîtan a Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de 2 hevalên me şehîd bûne. Wê nasnameya hevalên me yên şehîd piştre were ragihandin.
18'ê Gulanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê