Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 31’ê Tebaxê de di navbera saet 16.00-18.00’ande li navçeya Colemergê Geverê li dijî derdora gundê Şitazin ji aliyê Artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2. Di 30’ê Tebaxê de li derdora saet 16.30’ande li navçeya Amedê Lîcê li herêma Canbogazi yê di navbera yekîneyeke dijmin a derketibû operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de ya ku ji aliyê me hatiye zelal kirin leşkereke dijmin birîndar bûye. Piştî pevçûnê li dijî herêma pevçûnê ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 29’ê Tebaxê de li navçeya Colemergê Şemzînanê li dijî Girê Helîkopter û li derdora qereqola Kelatê ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li herêmê destpê kiriye hîn jî berdewam dike.
4. Di 31’ê Tebaxê de li naveya Çewlikê Azarpêrtê li dijî herêma Îlbey ku bi ser Şehîd Xebat e ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
1 Îlon 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG