HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re! 

1. Di 30’ê Tebaxê de di navbera saet 14.00-16.30’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Partîzan û Heliz, Gundê Êrê, Alaniş, Ava Gûzê û Dola Şehît Viyan ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

 

2. Di 29’ê Tebaxê de li Hatayê li dijî zozanên Firliz ku bi ser navçeya Serînyolê ye ji aliyê Artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Heman rojê di saetên şev de di navbera leşkkerên dijmin ên derketi bûn operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek 40 deqeyan berdewam kiriye qewimiye. Di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelal kirin. Piştî pevçûnê zozanên Firliz, herêma Aktepe ku bi ser Hatayê ye û hin herêmên navçeya Hatayê Dortyolê ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye şewitandin.

3. Di 28’ê Tebaxê de li navçe ya Colemergê Şemzînanê li dijî derdora gundê Katûna destpêkirina operasyonê ji raya giştî re hatibû eşkerekirin. Di 29’ê Tebaxê de di saetên êvarî de hin hêzên dijmin paşde vedikişe, lê hînjî di navbera gundê Katûna û Şikeftanê de yekîneyên dijmin ên veşartî faaliyetên kemîn û keşfê dimeşînin.

4. Ji 24’ê Tebaxê û vir ve Mêrdîn ê li dijî gundên Cinata, Xirêb, Xirbeka û Herbê ku bi ser navçeya Nisêbînê ye û gundên Dercemê, Yestê û Miştînê ku bi ser herêma Omeryan e ji aliyê yekîneyên veşartî yên Artêşa TC’ê faaliyetên kemîn û keşfê tê meşandin. Di 28’ê Tebaxê de saet 22.00’ande di navbera gundê Dercemê û Xirbeka de di navbera yekîneyên veşartî yên Artêşa TC’ê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelal kirin. Di 29’ê Tebaxê de ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî bi rengê kemîn û keşfa yekîneyên veşartî berdewam dike.

31 Tebax 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG