Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 31’ê tîrmehê de artêşa TC’ê li hember gundê Talîsa û derdora wê ku girêdayî Çelê ya Colemêrgê ye operasyonek li dar xistiye.
2. Di 30’yê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê bi şev saet di navbera 22:00-23:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qada Avaşîn ku girêdayî Zagrosê ye êrîşek bi obûsa û hawanan hatiye li dar xistin.
3. Di 27’ê tîrmehê de hevalê me yê bi navê Berxwedan (Elî Şêx Muhamed) di dema ku ji bona sendina hinek pêdiviyan li navenda Ixdîrê dimîne, li taxa Yedî Kasimê maşîna ku tê de ye hatiye rawestandin û bêyî ku bêçekbûye jî ji hêla polîsên sîstema TC’ê ve bi qetlkirinê şehîd ketiye.
Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd de;
Berxwedan |
4. Rêhevalê me Berxwedan ji hêla Fermandariya Biryargeha me ya Navendî ve hate bibîranîn. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê da zanîn ku, digel rêheval Berxwedan bêçekbûye jî bi rihê fedayî yê apocî tavîz nedaye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, wê ala rêheval Berxwedan ku ji me re hiştiye wê li lûtkeyên herî bilind biheje. Biryargeha Navendî da diyarkirinê ku wê bi hêza ku ji şehîdan girtine hetanî ku li çar parçeyên Kurdistanê serkeftin pêk bê şer bidomînin û di şexsê Elî Şêx Muhamed de ji hemû gelê welatparêz ê Helebê re sersaxiyê dixwazin.
31 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê