HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 30’yê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Gera Çemçê û Geliyê Kalo ku girêdayî Çemçêya Qersê ne operasyonek hatiye destpêkirinê. Artêşa TC’ê piştî ku di 31’ê tîrmehê de bi paş ve vekişiyaye li qadan yekîneyên veşartî û bi tevger hiştine û hewl didin ku bi keşifkirinan re kemînavêtinan pêk bînin.

2. Di mehên borî de li Qadên Parastina Medya hevaleke me ya bi navê Rahîme (Rahîme Genç) di êrîşeke hewayî ya artêşa TC’ê de birîndar bûbû. Digel hemû hewldanên me hevalame Rahîme gihîştiye şehadetê.

Agahiyên der barê hevala me ya şehîd de;

Rahime - Leyla Genç

Rahîme Cudî
Leyla Gengeç
1979 / Hezex

Hediye
Mehmet Şefîq
1991 /Hezex

3. Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR’ê bi daxuyaniyekê hevala Rahîme Cudî bibîranî. Fermandariya YJA-STAR’ê da zanîn ku bîranînên şehîdên me ji bona me hinceta têkoşînê ne û li ser navê biryargehê di şexsê malbata Genç de sersaxî ji gelê Kurdistan re hate xwestin.

1 Tebax 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê