HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1.Ji Fermandariyên Sahê gelek caran li hember çêkirina bendavan gelek car daxwiyanî hatiye dayîn û hişyarî hatine kirin. Herêmên ku dîqqatî ji hişyariyên fermandariya Qadê nekirîn ji li iser vî bingehî hatibû diyarkirin wê çalaki werin pêkanîn li hember wan û hatin pêkanîn. Di vê çarçovê de; Roja 23 Kanûn di demjimêrên beyanî 07:00 an de ji aliyê Gêrîllayên me ve li navçeya Kerboran a Mêrdînê a bendava ku xebatê çêkirina wê berdewam dike Bendava İlisu çalakiyek ya Sabotaj hatiye pêkanîn. Di encama çalakiya hişyariyê ya li hember rawestandina bendava İlisu hatî pêkanîn zerer û ziyana maddî derketiye holê.

Karmendên di xebitin yên  girêdayî mûtahîtên ku çêkirina bendavê girtine, li gel tevgera me li hev hatî , ji ber vê sedemê ji agahiyên şaş li ser bi asayî xebitîna  herkesê ya ji bo kar hatine kirin. Divê were zanîn bi vî awayî tû li hevhatin ne hatine kirin, û çêkirina van bendavan li Kurdistanê sûç tê hesibandin. Van hewildanên li Kurdistanê yên ku suç derdixin kû dibin sedemê têkçûyîna nirxên me yên dîrokî divê jê dûr bê sekinin û pêwiste tevlî nebin.

2.Roja 25 Kanûnê di navbera demjimêrên 09:00-11:30, 18:00-19:20, 22:00-23:30 û roja 26 Kanûn (îro) di navbera demjimêrên 03:15-04:30 an de Ji Herêmên Parastinê Yên Medya herêma Zap balefirên keşfe yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk tevgerên keşfê yên berfireh pêkanîne. Cardin di navbera demjimêrên 04:00 û 04:45 an de li ser  herêma Zapê tevgera balefirên şer yên artêşa Tirk hatine çavdêr kirin.

3.Roja 25 Kanûnê di demjimêrên Şevê de Qereqolên Bilîcan û Êrîş yên girêdayî navçeya Colemêrg Çelê leşkeran derdorê gire Marûka bi çeken giran bi navber navber gulebaran kirine.

26 Kanûn 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG