Ji gelê me û raya giştî re!
1.Roja 25 Kanûn (dûh) bi şev di navbera demjimêrên 16:00 û 20:00 an de di navbera hêzên me yên li navenda Şengalê bi cîhbûyî û Çeteyên DAİŞ de pevçûn hatiye jiyankirin. Di pevçûna ku çeteyan bi çekên giran gulebaran kirin hêzên me tû wendahî nedayîne. Di encama çalakiya sûîkastê ya hêzên me pêkanî de 2 endamên çeteyan hatine kuştin,1 endamê çeteyan ji birîndar buye.
2.Îro demjimêrên beyanî 08:30 an û virde ji aliyê çeteyên DAİŞ ve li hemberî hêzên me yên di navenda Bajarde bicîhbuyîn de êrîşên bi çekên giran gulebaran kirine pêkanîne. Heya niha hêzên me yên li hember van êrîşan tû windahî ne hatîn dayîn, heya niha êrîş berdewam dikin.
26 Kanûn 2014
Fermandariya Şengal-HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ