HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenÎ û raya giştî re!

1. Di 31’ê Mijdarê de di saet 18.30’an de li ser riya Amed – Mêrdînê li dijî qereqola Şêxan ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de encama kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.

 

2. Dİ 2’ê Mijdarê di navbera saet 19.00-20.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şîva Mêzê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

3. Di 2 Cotmehê de di navbera saet 19.00-20.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şehîd Kemal û Şîva Mêzê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk hewan û obusan hatiye bombekirin.

4. Di 2’ê Mijdarê de di saet 19.00’an de li Herêmên Parastrinê yên Medyayê li idjî Şehîd Berîtan, Şehîd Kurtay, Neqeba Telefonê û rêzegirê Karker ji aliyê artêşa dagirker   bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Êrîşa li dijÎ herêmê heta 3’ê Mijdarê saetên sibê jî berdewam kiriye.

5. Di 2’ê Mijdarê de di saet 06.00’an de li Amedê li dijî Mala Gir, geliyê Godernê, Mala Çalê, Dahlê Zûrê ku bi ser Şehîd Kendal e ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Herweha heman rojê di saet 11.00’an de li dijî van herêmana bi helîkopterên kobra û tankan hatiye bombekirin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfa berdewam dike.

6. Di 2’ê Mijdarê de di navbera saet 19.00-20.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyareş a bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman demê de bi hewan û obusan jî hatiye bombekirin.

7. Dİ 1’ê Mijdarê de di navbera saet 13.00-15.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Xapuşkê, Zinarên Silo, sêgoşeya Nûxelya û Bêgaltê ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Pîştî bombebaranê operasyon ber bi Girên Bayrak, Şehîd Ciwan û Dem ve hatiye berfirehkirin. Herweha di navbera saet 19.30-20.30’an de li dijî Nuqteya Şehîd Sadûn û derdora wê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di 2’ê Mijdarê de di saet 04.30’an de li dijî leşkerên dijmin ên derketiye operasyonê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopteran ji herêmê dûr dixîne. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

3 Mijdar 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê