HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re’

1. Di 2’ê Mijdarê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Bermîza ya li Geliyareş a bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de sewalên gundiyan telef bûye herweha rez û zeviyên wan jî zirar dîtiye.

 

2. Di 3’ê Mijdarê de di saet 11.00’an de li navçeya Colemergê Çelê yê li dijî Girê Ortê yê bi ser Tabûra Serê Sêvê ye ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin.

3. Di 3’ê Mijdarê de di saet 15.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medya yê li dijî herêma Xapuşkê ya bi ser Zagrosê ye li dijî yekîneyeke artêşa dagirker a tirk ku ev 3 roje li herêmê operasyonê lidardixe ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di encama çalakiyê di hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin bi du helîkopterên skorskyan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Operasyona li herêmê bêencam paş ve vekişiyaye.

4. Di 3’ê Mijdarê de di saet 16.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Xapuşkê ya bi ser Zagrosê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Piştî bombebaranê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi 13 de wesayitan Girê Silo û qereqola Bêsosin hatiye tekwiyekirin.

5. Di 3’ê Cotmehê de li navçeya Colemergê di navbera Şemzînanê û bajaroka Rûbarokê li dijî konwoyeke leşkerî ya artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayiteke dijmin hatiye derbekirin, herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

6. Dİ 3’ê Mijdarê de di saet 23.00’an de li ser riya Îdir û Bazidê li dijî leşkerê dijmin ê li ser girekî bû ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Herweha li dijî wesayitên li ser rê jî ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama van çalakiyan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

4 Mijdar 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê