HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 17'ê Hezîranê de di navbera navçeya Midyada Mêrdînê û navçeya Hezexa Şirnexê li dijî xeta lûleyan a petrolê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di 21'ê Hezîranê de di saet 16.00'an de kepçeyeke li qada çalakiyê xebatê tamîrê dimeşîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.

2. Di 23'ê Hezîranê de di saet 21.40'an de li sêgoşeya Bedlîs-Norşîn-Tetwanê li dijî qereqola polîsan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya kozikeke nobedariyê û wesayiteke dag geyigi hate rûxandin de, avahiya qereqolêjî agir girtiye û demeke dirêj şewat berdewam kiriye. Piştî çalakiyê 4 wesayitên zirxî cihên sîvîl bêserûber dane ber guleyan. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

3. Di 24'ê Hezîranê de di saet 14.30'an de li navçeya Dêrika Mêrdînê li ser riya nexweşxaneyê li dijî wesayiteke polîsên tevgera taybet barkirî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayita polîsan bi giştî hatiye rûxandin, 4 polîs jî hatiye kuştin. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê opersayonek hatiye destpêkirin. Opersayona li herêmê bi berfirehî berdewam dike.

4. Di 24'ê Hezîranê de di navbera saet 16.30-18.30'an de li ser riya Beyşebab-Şirnexê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirînê hate lidarxistin. Gerîlayên me ji girseya ji 50 wesayitî de daketin di derbarê pêvajoyên dawî de agahdarî kirine.

5. Di 24'ê Hezîranê de di saet 11.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî baregeha leşkerî ya Serbendê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşkerê dijmin hatiye kuştin.

25 Hezîran 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê