HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 23'ê Hezîranê de di saet 18.00'an de li ser riya Şirnex û Diha Sêrtê 3 wesayitên kar ên şîrketeke xebatê rê yên bi armancê leşkerî çêdike, hatiye şewitandin û rûxandin.

2. Di 24'ê Hezîranê de di saet 22.00'an de li navenda Colemergê li dijî Çela Cengê ya Kato Marînosan di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 5 tîmên taybet hatiye kuştin, 3 tîmên taybet jî birîrndar bûye. Gerîlayên me her weha çekeke BKC jî desteser kiriye. Di 25'ê Hezîranê de di saet 05.00'an de leşkerên dijmin bi piştgiriya 2 helîkopterên kobrayan li herêmê daxistiye, kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye û li dijî herêmê operasyonek daye destpêkirin. Operasyona li herêmê di 25'ê Hezîranê danê êvarî paş ve vekişiyaye.

3. Di 24'ê Hezîranê de di saet 14.00'an de li navenda Colemergê li nêzî qereqola Peyanûsê di navbera leşkerên dijmin ê derketiye operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

26 Hezîran 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê