HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya gişrtî re!

1. Di 8’ê Tebaxê li derdora saet 18.30’ande di 20. km’ya Dersim û navçeya Dersim Pulur’e ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. 8 Ağustos günü saat 18.30 sularında Dersim ile Dersim’in Ovacık ilçesinin 20. km’sinde gerillalarımız tarafından bir yol kesme eylemi gerçekleştirilmiştir.  Di çalakiya 100 maşîn hatiye sekinandin û 500 kes kom bûyî de kontrola nasname ya hatiye kirin û di derbarê pêvajo yê de nirxandin hatine kirin. Di dema gerîla yê me propaganda dikir girseyê jî diruşmê yên ‘Bijî Serok Apo’ avêtiye.

Piştî çalakiya ku heta saet 20.00’an berdewam kiriye ji qereqolên Zaggê û Halborîn li dijî herêma çalakiyê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

 

2. Ji 8’ê Tebaxê û vir ve li Dersim li dijî Living, Bilveng, Helborî û Akrasor ku bi ser Geliyê Mûnzûrê ne ji hêla helîkopterên kobra yên artêşa TC tê bomberan kirin. Di encama êrîşan agirê li Living, Helborî,Bilveng û Akrasor destpê kiriye hîn jî berdewam dike.

3. Di 8’ê Tebaxê li derdora saet 16.00’ande li navçe ya Qers Qexizmanê li dijî herêmên Gola Seyyida û Dumanlı ku bi ser Çemçê ne ji aliyê helikopterên kobra yê artêşa TC hatiye bombebaran kirin.

4. Di 8’ê Tebaxê di navbera saet 21.00-23.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehît Berîtan, Geliyê Karker, Girê Koordînê û Qebra Zahir ku bi ser Xakurkê ne ji aliyê artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

5. Di 7’ê Tebaxê li derdora saet 23.00’an li Mêrdîn di navbera navçeyên Mîdyat û Nisêbînê li dijî 3 kemyonên ku alavên înşaatê ji qereqola Xirbê re dibirin ji hêla tîma Şehît Xebat çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de ajokerên kemyona hatine hişyar kirin û 3 kemyon jî ji hêla gerîla yê me hatiye şewitandin. Di 8’ê Tebaxê li derdora saet 09.00’ande li dijî yekîneyeke dijmin ku dihat cîhê çalakiyê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 3 çawuşên pispor ji aliyê gerîla yê me hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê li dijî herêmê ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî berdewam dike.

9 Tebax 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG