HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 8’ê tîrmehê de saet di navbera 17.00 û 18.00’an de li Qadên Parastina Medya li dijî Tahtên Şeytan, Hevrazên Girê Qertal, Girê Şehîd Firad û gundê Kiyê û xeta Avaşîn û Basya,  Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

2. Di 8’ê tîrmehê de saet li derdora 06.00’an de Artêşa TC’ê li bejahiya gundê Metînayê ku girêdayê Omeryana Mêrdînê ye operasyonek li dar xistiye. Operasyona ku tunekirina gerîlayên me armanc kiriye de, ji hêla Tîma Tolhildanê ya Şehîd Zana ve li dijî dijmin çalakiyek hatiye li dar xistin û di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin. Operasyona navborî li qadên gundê Metîna, Xanî, Sorê, Zînê, Berfê û Golê hê jî didome.

3. Di 8’ê tîrmehê de saet li derdora 19.00’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li dijî leşkerên dijmin ku li girê Dogana qada  Bilika Cudî bi cî bûne çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalakiya ku bi çekên ferdî û giran hatiye lidarxistin de, du kozikên dijmin û konek dijmin hatine tunekirinê. Di çalakiyê de mirî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirinê. Piştî çalakiyê dijmin eletexmînî qada çalakiyê bi obûs û hawan bombebarîn kiriye û li qada şewateke ku hê jî didome destpêkiriye.

4. Di 5’ê tîrmehê de di çalakiya Bêdeveya navçeya Şemzînanê de hevalên me yên ku şehîd keitbûn nasnameyên wan nehatibûn diyarkirinê ev in; Melsa (Leyla Şexe), Ronahî (Mulkiye Çetîn),  Laleş (Muhammed îbrahîm) û Harun (Mehmet Ûrun)

Melsa - Leyla Şexe

Melsa Kobanî
Leyla Şexe
1983 / Kobanî
1999 / Serêkani
Fatma
Şexo
5 Tîrmeh 2010 / Şemzînan, Colemêrg

Ronahi - Mulkiye Çetin

Ronahi Axin
Mülkiye Çetin
1979 / Semsûr
1993 / Adana
Gülizar
Nusret
5 Tîrmeh 2010 / Şemzînan, Colemêrg

Laleş - Muhammed İbrahim

Laleş Xemgîn
Muhammed Îbrahîm
1981 / Kobanî
2000 / Kobanî
Ayşe
Süleyman
5 Tîrmeh 2010 / Şemzînan, Colemêrg

Harun - Mehmet Ürün

Harun Mordem
Mehmet Ürün
1990 / Qilaban, Şırnex
2008 Şırnak
Halime
Cındi
5 Tîrmeh 2010 / Şemzînan, Colemêrg

9 Tîrmeh 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG