HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 9’ê tîrmehê de saet li derdora 21.00’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li Wan Payîzavayê li dijî nîzamiya û kozikên Qereqola Dûkanê çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî ku leşkerên nîzamiye û kozikan direvin qereqolê, di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de 40 xulek pevçûn tê jiyandin.

Çalakiya ku gerîlayên me bi çekên ferdî û yên giran bikaranîne, nîzamiye û kozik tên rûxandin û hejmarek leşker jî ku hejmara wan nehatiye zelalkirinê mirine. Piştî çalakiyê dijmin operasyoneke ku hê jî didome li dar xistiye.

2. Di 6’ê tîrmehê de saet li derdora 22.00’yan ji hêla hêzên gerîlayên me ve li Batman Kercewsê li dijî girê Qereqola Begirmanê ji dulan milan ve êrîş hatiye lidarxistin û di herdu çalakiyan de 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê dijmin li qadê operasyon daye destpêkirinê û di 8’ê tîrmehê de li qadê yekîneyên veşartî hiştine û bi paş ve vekişîne.

3. Ji 4’ê tîrmehê ve ji hêla firokeyên dijmin ve li Şirnex Gabarê li qadên Findikê û Deriyê Gabar hatine bombebarînkirinê û di encama van bombebarînan de li qadê şewateke ku hê jî didome derketiye.

4. Di 4’ê tîrmehê de li bejahiya Bedlîs Norşînê, Artêşa TC’ê operasyonek li dar xistiye û heman rojê saet li derdora 21.00’an de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûn hatiye jiyandin. Piştî pevçûnê dijmin operasyonê berfireh kiriye û di 6’ê tîrmehê de saet li derdora 19.00’an de duyem car pevçûn tê jiyandin. Piştî herdu pevçûnan hevalekî me yî bi navê Rojhat, bi birîndarî ji koma xwe qut dibe û bi tena serê xwe û di navbera saetên 11.00 û 14.00’an de bi dijmin re şer dike. Dijmin li hember gerîlayên me yê birîndar bi çekên giran û bi daxistinan êrîş dike û di pevçûna 3 saetan de gerîlayê me Rojhat bi lehengî şer dike, li ber xwe dide û digihê şehadetê. Di her sê pevçûnan de yên ku hatine zelalkirinê yek ji wan giran 3 leşkerên dijmin birîndar bûne. Piştî ku dijmin li qadê yekîneyên xwe yên veşartî li qadê dihêle, di 9’ê tîrmehê de bi paş ve vedikêşin.

Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd de

Rojhat - Yaşar Dilman

Rojhat Kavuştuk
Yaşar Dîlman
1984 / Adilcevaz, Bedlîs
2004 / Wan
Zubeyde
Ekrem
7 Tîrmeh 2010 / Norşîn, Bedlîs

 

11 Tîrmeh 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG