Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê Mijdarê de di saet 22.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Kanî Kontra û Gundê Ergenê yên bi ser Garêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama bombebaranê de rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye.
2. Di 16’ê Mijdarê de li Mêrdînê li dijî derdora Gundên Heciyan, Kewarêxê, Kêstê, Cinata Mezin û Kurikê Çeto yên di navbera navçeyên Nisêbîn û Mahsertêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di 17’ê Mijdarê de di danê nîvro bê encam paş de vekişiyaye.
3. Di 16’ê Mijdarê de di saet 21.30’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî xeta lûleyan a petrolê ya ji herêma Erboyê derbas dibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de di xeta lûleyan a petrolê de zirareke maddî çêbûye.
4. Di 14’ê Mijdarê de li navçeya Darahênê ya Çewlikê di navbera gerîlayên me yê li ser wezîfeyekê bûn û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevalê me yê bi navê Memyan Botan – Mustafa Özer bi lehengî liberxwedaye û gihîştiye şahadetê.
Nasnameya rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê:
Nasnav: Memyan Botan |
5. Di 17’ê Mijdarê de di danê sibê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî herêma Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di derbarê operasyona li hin cîhan de pevçûn qewimîne jî dema ji aliyê me ve hate zelalkirin wê ji raya giştî re were ragihandin.
18 Mijdar 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê