HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 19’an de li navçeya şemzînan Colemergê li Gundê Ewlya 3 cerdewanên bi dil cerdewaniyê dikin û li qadên di bin serweriya gerîlayên me de bê destûr digeriyan û ji ber tevgêrên wan ê bi gûman hatine binçavkirin. Lêpirsîna her sê cerdewanan berdewam dike.

2. Di 19’ê Mijdarê de di saet 16.30’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê mamosteyek û mudureke bajarokê Sitilîlê ji ber xizmeta polîtîkayên bişaftinê yên dijmin dibin ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin. Lêpirsîna du mamosteyên hatine binçavkirin hîn jî berdewam dike.

3. Di 19’ê Mijdarê de di saet 16.00’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî Qereqola Herbê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kutşin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

4. Di 19’ê Mijdarê de di saet 07.30’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li navbera Gundên Arûşê û Elemûnê li dijî karwaneke leşkerî ya artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita zirxî têk şikiyaye, herweha li gor agahiyên ketine dest 4 leşker hatiye kuştin, 2 jê giran 3 leşker jî birîndar bûye. Artêşa dagirker a tirk kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskya 3 caran ji herêmê dûr xistiye. Piştî çalakiyê li dijî derdora cihê çalakiyê ji aliyê dijmin ve bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

5. Di 16’ê Mijdarê de li navçeya Şemzînana Colemergê di operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî bejahiya Şemzîanê lidarxistibû, gerîlayên me derbeyên giran li dijmin xist. Berfirehiyên pevçûnên 3 rojan berdewam kir ev in;

Di 16’ê Mijdarê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Çiyayê Govendê û Girê Silorê ji aliyê artêşa dagirker a tirk opersayonek hatiye lidarxistin. Li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Silor bi cîh bûne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Operasyona li vê herêmê di 17’ê mijdarê de piştî nîvro paş de vekişiyaye. Piştî vê operasyonê artêşa dagirker a tirk heta danê êvarî li dijî vê herêmê bi hewan û obusan, danê şev jî bi balefirên şer bi dijwarî û bê navber bombebarankiriye.

Di 18’ê Mijdarê de di saet 06.00’an de li dijî yekîneyeke dijmin a xwestiye bi dizî bikeve herêma Xapûşkê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 17 leşker hatiy kuştin, 3 çekên melez ê HK33, çekek M16, çekeke sûîkastê, 2 çenteyên piştê û gelek alavên leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Heta danê êvarî di navbera leşkerên dijmin ên xwestine werin mudaxeleyê pevçûnên dijwar qewimiye, herweha herêm bi helîkopterên kobrayan, hewan û obusan bi dijwarî hatiye bombekirin.

Herweha gerîlayên me li dijî helîkoptereke skorsky ya di dema pevçûnan de xwestiye hêzên xwe veguhezîne çalakiyek hatiye lidarxistin. Helîkoptera skorky ya xwestiye li herêma Xapûşkê daxîne ji aliyê gerîlayên me bi awayeke bandor hatiye lêdan, helîkoptera giran derbe xwariye dema xwestiye ji herêmê dûr bikeve di navbera gundên Bêtkarê û Bêsosin de ketiye xwarê û 20 leşkerên di hundirê wê de hatiye kuştin. Helîkptereke din a skorsy ya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, derbe xwariye û naçar maye li Girê Silor bi lezgînî daxîne xwarê.

Di encama van pevçûnan de 38 leşker hatiye kuştin, helîkoptereke skorsky hatiye xistin û 2 rêhevalê me jî gihîştiye şahadetê. 3 rêhevalê me yê ji yekîneyên xwe qut bûne heta 20’ê Mijdarê danê nîvro jî agahî nehatibû girtin. Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê dema hate zelalkirin wê ji raya giştî re were parvekirin. Operasyona li herêmê di 19’ê Mijdarê de beşek jê paş de vekişiyaye lê hîn jî tevgera yekîneyên veşartî li herêmê berdewam dike.

20 Mijdar 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê