HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di navbra dîrokên 28’ê Nîsan û 3’ê Gulanê de li herêma Ewtê a girêdayî navçeya Mêrdînê Stewrê de artêşa dagirker a Tirk keşif pêkaniye û kemîn daniye, di 3’ê Gulanê de jî li heman herêmê operasyon li darxistiye. Operasyon di heman şevê de bê encam paşda vegeriyaye.

2. Di 3’ê Gulanê de navbera saetên 01.30 û 03.00’an de bi balefirên bê mirov yên keşfê ên girêdayî artêşa dagirker a Tirk ji Herêmên Parastina Medya, li ser herêma Zapê re firînên keşfê pêkanîne.

4 Gulan 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê