HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 2’ê Cotmehê de li herêma (Mêrdînê) Stewrê bajarokê Barmanê û herêma Eltê artêşa Tirk a dagirker bi maşîneyên zirxî û bi piyan operesonek daye destpêkirin. Operasyon piştî nîvro bê encam bi dawî bû.

2. Di roja 2’ê Cotmehê de girêdayî navenda Mûşê li derdora gundên Zengok û Urukê artêşa Tirk a dagirker bi helikopteran tevgera hewayî li darxistiye. Disan li herêmên girêdayî Şenyaylayê Zengok û Kozmê tevgera hewayî bi helikopteran kobra berdewam kir.

3. Di 2’ê Cotmehê de li gundên girêdayî  navçeya Agriyê Bazîdê Îlonê û Dizê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker  di saatên şevde kemîn hatîne avêtin, û li gundên Giyadînê  Koço û Çobana Mendo yê bi hemam rengî şev kemîn avêtin û di seatên rojde paş ve vegeriyan.

4. Di 1’ê Cotmehê de li herêma navçeya Qarsê Qaqizmanê Çemçê hêzên dagirker yên Tirk bi balefirên bê mirov keşif kirin. Her wiha li Kerekola Agiriyê ya Çemê Çeto yê gelek tang û maşîneyên zirxî veguhestin.

3 Cotmeh 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê